Rojnamevan Pexşan şewqî girtîgeha Evînê hat kirin

Rojnamevan û girtiya berê ya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî, piştî 4 mehan ji beşa lêpirsînê, veguhestin beşa jinan a girtîgeha Evînê.

Navenda Nûçeyan- Li gorî medya navxweyî ya Îranê, rojnamevan Pexşan Ezîzî duh êvarî piştî 4 meh lêpirsînê, ji beşa 209’an ya girtîgeha Evînê, veguhestine beşa jinan ya heman girtîgehê.

Ji hemû mafên xwe bêpar hat hiştin

Li gorî heman çavkaniyê, rojnamevan Pexşan Ezîzî ji dema hatî binçavkirin ve ji hemû mafên xwe hatiye bêpar hiştin û nekariye bi rêya telefonê jî bi malbat û parêzerên xwe re bi axive.