Delegasyona Jinan a Navneteweyî serdana Nobeta Edaletê kir

Delegasyona Jinan a Navneteweyî, sardana çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê kir. Di serdanê de malbatan ji endamên heyetê re diyar kirin ku ew daxwaz dikin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin.

Navenda Nûçeyan- Nobeta Edaletê ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) re bi armanca piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û çareserkirina pirsgirêka Kurd, ji aliyê girtiyên siyasî ve li girtîgehan dest pê kir, di roja xwe ya 9’emîn de ye.

Delegasyona Jinan a Navneteweyî, serdana çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Rezana Amedê didome, kir. Malbatan, ji heyeta ku daxwazên wan guhdar kirin re, gotin ku ew dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û aştî pêk were.

‘Ez dixwazin der barê pêvajoyê de agahiyê bigrim’

Li ser navê heyetê jî siyasetmedar Paula Martin Ponz axivî û wiha got: "Em çîrokên girtiyan meraq dikin. Ez dixwazim der barê vê pêvajoyê de û ev tişt çawa derketin holê de agahî bigrim. Tiştekî biçûk be jî em dixwazin bikin.

Di serdanê de malbatan dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin jiyan azadî" berz kirin û tilîlî kişandin.