ÎHD serdana Dayîkên Aştiyê kir

Endamên Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê bi boneya ‘Hefteya mafê mirovan’ serdana endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Geverê kir û diyarkirin ku ew li gel daxwazên Dayîkên Aştiyêne.

Navenda Nûçeyan- Endamên Şaxa Colemêrgê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi boneya 10-17’ê Kanunê ‘hefteya mafê mirovan’ serdana endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Geverê kir. Di serdanên de kurnefîl dan Dayîkên Aştiyê.

Di serdanê de hevseroka ÎHD'ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz axivî û diyarkir ku îsal çalakiyên xwe yê mafê mirovan diyarî Dayika Aştiyê Adalet Safali, Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk, endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Colemêrgê parêzer Erdal Safali kir û ew bi bîr anîn.

‘Di şer de yê herî êşê dikşînin dayîk in’

Sîbel Çapraz destnîşan kir ku bi giştî li cîhanê şerek gelek bi êş heye û wiha got: “Li her derê cîhanê her tim dayîk li beramberî şer rawestane. Ji ber di şer de herî zêde dayîk êşê dikşînin. Bi vê boneyê em li gel we dayîkên bi nirx hatin ba hev û me xwest em serdana we bikin. Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê hertim li dijî şer daxwaza aştiyê kirine. Em jî qasî ku hebin emê li gel daxwazên Dayîkên Aştiyê bin.”

Dayikên Aştiyê jî bo serdanê sipasiya endamên ÎHD kir, klam gotin û di serdanê de diyarkirin ku dixwazin sala 2024'an bibe sala azadî, aştî û aramiyê.