Tulay Hatîmogullari: Rojava tê bombekirin sivîl tên qetilkirin

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di civîna heftane ya DEM Partiyê de got: “Rojava tê bombekirin, sivîl tên qetilkirin. Santralên elektrîkê, depoyên zad û nexweşxane, qadên jiyanê yên sivîlan tên bombekirin.”

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di civîna koma xwe ya hefteyê de mijarên di rojevê de nirxand.

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser şerê li Zapê û got: “Bila baş bê zanîn, herî zêde dayikên Kurd bi êşa dayikên leşkerên ku cenazeyên wan hatine, dizanin.”

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser gotinên serokê Giştî yê MHP Devlet Bahçelî ku di civîna koma xwe de partiya wan kir hedef û got: “Li parlamentoyê cihê feraseta celadan nîn e.”

Sivîl tên qetilkirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari wiha axivî:

“Bala xwe bidin ser; piştî mirina leşkeran careke din dest bi bombekirina Rojava kirin. Sivîl tên qetilkirin. Santralên elektrîkê, depoyên zad û nexweşxane, qadên jiyanê yên sivîlan tên bombekirin. Rojava niha tê bombekirin. Dema ku Rojava tê gotin, têkoşîna herî bi rûmet a li dijî DAIŞ'ê, gelê Kurd û gelê Ereb ê ku pê re tifaq kiriye tê hişê me.” Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku gelên Rojava ji bo tevahiya cîhanê ji xeteriya DAIŞ'ê rizgar bikin, têkoşiyane û got:

“Weke DEM Partî em dibêjin; ev riya ku hûn tê de dimeşin rê nîn e. Em careke din riya aştiyê pêşniyarî parlamentoyê, partiyên siyasî û tevahiya civakê dikin. Riya me riya aştiyê ye, riya danûstandinan e. Riya me weke DEM Partiyê riya afirandina pêvajoya çareseriyê ye. Riya me ew rê ye ku hewl dide şerê 40 salî bi rengê demokratîk û aştiyane çareser bike. Riya avakirina aştiyeke bi rûmet e. Em ê tu carî ji riya xwe venagerin. Bi gavên bi biryar em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

‘Ji aliyê birêz Ocalan ve pirsgirêk dikare were çareserkirin’

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê û wiha got: “Birêz Ocalan her dem ev yek anîbû ziman: 'Firsendê bidin min, em ê karibin di nava hefteyekê de dawî li pêvajoya şer bînin û li ser aştiyê biaxivin. Derfetên vê yekê dikarin bên afirandin.’ Lê belê bersiva jê re hat dayîn çi bû? Dest ji Mutabaqata Dolmabahçeyê hat berdan, maseya diyalogê hat qelibandin, pêvajoya şer hat sorkirin û piştre jî bi girankirina tecrîda li Îmraliyê pêşî li axaftina Birêz Ocalan hat girtin.

Şer ne çareserî ye, êş ne çareserî ye. Bila kes êşê weke amûrek ji siyasetê bi kar neyne. Êdî bes e. Ev xak ji xwînê têr bû. Êdî li şûna civînên bilind ên ewlekariyê, em civînên bilind ên aştiyê bi hev re li dar bixin."