Ji 33 partiyên siyasî li dijî êrişan bang

33 partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxayaniyek hevpar êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin, diyar kirin ku bi êrîşan nikarin îradeya wan bişkînin û li dijî êrişan banga hevgirtinê li gelên heremê kirin.

Navenda Nûçeyan- 33 partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têklidarî êrişên Dewleta Tirk ên li ser herêmê, li ber avahiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûrî Ciwan Ebd El Kerîm Siko ve hate xwendin.

Daxuyanî bi vî awayî ye:

“Ji 12’yê Çileya 2024’an û vir ve artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane zêde dike û li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tesîsên xizmetgozariyê û binesaziyê dike hedef. Balafirên şer bi awayekî hovane cihê enerjiyê bombebaran kirin û piraniya wan, bi taybetî elektrîk, neft, gaz û av têk birin û piraniya wan ji xizmetê derketin û 85 hezar xanî ji ava vexwarinê bêpar man. Bajarê Qamişlo û bajarok û gundên girêdayî wê, 120 hezar malbat li gundên Eyn Îsa û Kobanê ji avê bêpar man û di encama vê êrîşê de gelek qurbanî çêbûn.

Em rêxistinên siyasî û partiyên ku ev daxuyanî nivîsandine, vê êrişa eşkere ya Tirkiyeyê şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî ya ku Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî temsîl dike, ku vê êrişê şermezar bike û Tirkiyeyê berpirsyar bibîne û  hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina xelkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin. Her wiha em bang li civaka navdewletî dikin ku zêdetir eleqeyê nîşan bide, ji bo destpêkirina rêyeke siyasî ya cidî û bi bandor ku tê de hemû Sûriyeyî û nûnerên wan ên rast tên temsîlkirin, di nav de nûnerên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê hebin. Bi armanca bidawîkirina krîza Sûriyê û gihandina çareseriyeke siyasî ku tendirûstiya Sûriyeyê vedigerîne û sîstemeke demokratîk a nenavendî ava dike.

Em bang li gelê xwe jî dikin ku bi hemû pêkhateyên xwe hevgirtî bin, fedakariyên ku kirine û destkeftiyên ku bi dest xistine biparêzin. Êrîş ji bilî serketina îradeya azad a gelên me ne tiştek dine û helwesta xwe diyar bikin û tundiya eşkere şermezar bikin. Ev êrîş îradeya me naşkîne û heta ku em bi ser nekevin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Partiyên ku daxuyanî dan wiha ne;

"Partiya Yekîtiya Demokratîk, Partiya Keskan a Demokratîk, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê Sûriye, Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûrî, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Nûkirina Kurdistanê, Sendîkaya Karkerên Kurdistanê, Desteya Neteweyî ya Ereban, Partiya Modernîte û Demokrasiyê ya Sûrî, Partiya Lihevhatina Demokratîk a Kurdên Sûriyê, Tevgera Reformê – Sûrî, Partiya Demokrat a Aşûrî, Partiya Biratiya Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurd ya Roj li Sûriyê, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star, Partiya Muhafezekar, Partiya Têkoşîna Demokratîk, Tevgera Pêşerojê ya Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê -Rojava, Desteya Kordînasyona Neteweyî - Tevgera Guhertina Demokratîk, Partiya Yekîtiya Suryaniyan, Partiya Mîtînga Neteweyî ya Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê û Tevgera Çep a Şoreşger li Sûriyê û Partiya Sureya."