‘Hun nikarin têkoşîna azadiya jinê kriminalize bikin’

Rêxistinan bertek nîşanî binçavkirina di navde Dayîkên Aştiyê û seroka Komeleya Demê jinê Dîlek Başalan heyî dan û gotin: “Hun nikarin têkoşîna azadiya jinê kriminalize bikin. Demildest hevalên me berdin.”

Navenda Nûçeyan- Îro di danê sibehê de li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinan de çalakvanên Nobeta Edaletê Kumrî Akgul û Gulsum Ozturk, endama Însyatîfa Dayîkên Şemiyê a Stenbolê Bedia Gokguz û Fatma Yilmaz, Seroka Komeleya Dama jinê Dîlek Başalan, edamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Beser Çelîk, û Gonul Kahranam, hevseroak berê a bajarê Gever a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Selcan Saygin, Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Suna Kaymaz, Hunermendên navenda Çanda Mezopotamya (NÇHM) Dîlan Suyu û Zehra Suyu, Vetha Bingol, Şukran Tugay, Sihat Yilmaz û Yusuf Açar hatin binçavkirin.

Hate diyarkirin ku 15 kesên ku hatine binçavkirin birin Muduryeta Emniyeta bajar a Stenbolê bi îdeaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate binçavkirin. Hate zanîn ku derbarê kesên ku hatine binçavkirin veşartina dosya û 24 saetan sînordarkirina parêzeran dane. Li aliyê din di serdegirtinên malan ên li Dîlok, Amed, Adan, Wan, Mêrdîn, Antalya, Şirnex, Mersîn û Hatay di navde jin ji hejmara kesên ku hatine binçavkirin giha 165 kesan.

 Meclîsa Jinan a DEM Partî: Berdewamya oprasyonên qirkirina siyasî

Oparasyona li dijî tevgera jinên Kurd, hejmarek zêde ya rêxsitinên jin û platform li ser hesabên xwe ên dijîtal bi parvekirina helwest nîşan dan. Meclîsa Jinan a DEM Partî di daxuyaniya nivîskî dayî de diyarkir ku li 28 bajaran binçavkirina bi dehan hevalên me, berdewamiya oparasyonên qirkirinên siyasiye û wiha hate gotin:

“Ev êrîşên li dijî têkoşîna azadiya jinê, hênceta hê zêdetir têkoşîna me berdewam neke, bi oparasyonên şefaqê zext, binçavkirin û êrîş têkoşîna jina a bi maf hezim nakin. Ne em ne jî hevalên me gavê şûnde na avêjin. Bijî Yekitiya Jinan, Jin Jiyan Azadî.”

TJA: Hûn nikarin me bi operasyonên binçavkirinê re xilas bikin

Komeleya Jinan a Star, xwest demil dest hevalên wan bên berdan û wiha got: "Divê em li dijî êrîşên li ser tevgera jinên Kurd hevgirtinê mezin bikin." TJA’yê di daxuyaniya xwe ya li Stenbolê de wiha got: “Dema ku em ji bo azadiya jinê, destkeftiyên jinan, mafên jinan û cîhaneke bê şer û bêkedxwar têdikoşin, aqlê dewleta mêr hewl dide têkoşîna jinê krîmînalîze bike. Bila desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê baş bizane ku; Em bi mîlyonan in! Hûn nikarin me bi operasyonên binçavkirinê re xilas bikin!” Jin bi Hev re bi Hêz in: Hevalên me berdin

Jin bi Hev re bi Hêz in jî, di daxuyaniya xwe de wiha got: “Îro danê sibehê ji Komaleya Dema Jinê, Dayikên Aştiyê, TJA, Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û Komeleya Çanda Mezopotamyayê jin jî di nav de gelek jin di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Hûn nikarin têkoşîna azadiya jinê krîmînalîze bikin, hevalên me berdin!.” Kolektîfa Femînîst a Kanûnê jî, wiha got: “Îro danê sibehê Komeleya Dema Jinê, Dayikên Aştiyê û TJA’yê jî di nav de gelek hevalên me di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Bila demil dest hevalên me yên hatine binçavkirin bên berdan!” Komeleya Jinan a Mimoza jî, wiha got: "Em careke din ji kesên ku hewl didin bi binçavkirin û zextan re têkoşîna me ya jinan krîmînalîze bikin û asteng bikin re dibêjin, hûn nikarin têkoşîna me ya jinan asteng bikin.” Komeleya Piştevaniya Jinan a Bodrumê jî, di parvekirina xwe de wiha got: “Hevalên me berdin! Demildest! “Hûn nikarin bi pêkanînên dijî hiqûqî re tevgera jinan asteng bikin. Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), diyar kir ew ê şopdarê pêvajoyê bibin û wiha got: "Hûn nikarin têkoşîna azadiya jinê krîmînalîze bikin." 

Komeleya Dema Jinê: Hûn nikarin têkoşîna me ya jinan asteng bikin

Komeleya Dema Jinê jî, di daxuyaniya xwe de ragihand Seroka komeleya wan Dîlek Başalan û gelek hevalên wê yên jin ên ji TJA'yê yên bi hev re têdikoşîn hatine binçavkirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Em careke din ji kesên ku hewl didin bi binçavkirin û zextan re têkoşîna me ya jinan krîmînalîze bikin û asteng bikin re dibêjin, hûn nikarin têkoşîna me ya jinan asteng bikin.”