TJK-E’yê bi wesîleya salvegera serhildanê banga çalakiyan kir

TJK-E bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî bang li hemû jinan kir ku dakevin qadan û wiha hat gotin: “Em qadên çalakiyê bi îdiaya mezinkirina têkoşîna azadiyê tije bikin.”

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) bang li gel kir ku bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dakevin qadan.

TJK-E bi daxuyaniyekê banga derketina qadan li jinan kir û destnîşan kir ku di salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî de jinên ku di encama polîtîkayên qirkirina li ser jinan de ji aliyê sîstema mêrsalarî ve hatin qetilkirin bi hezkirin hatin bibîranîn. Her wiha jinên ku meşaleya berxwedanê hildidin jî hatin silavkirin û wiha hat gotin:

“Par qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve, bû sedem ku jin û hemû beşên civakî li dijî desthilatdariyê bikevin nava pêvajoyeke berxwedanê ya dîrokî. Li Rojhilatê Kurdistanê jinên ciwan porê xwe yê dirêj berdan, dest dan hev, li ser textê li dibistanê bi yek hevokê destan nivîsandin û hevoka 'Ji bo xwişka min, ji bo xwişka te, ji bo xwişka me' form û ruhê têkoşîna jinê destnîşan kir. Ev yek rastiya 'Jin, Jiyan, Azadî' îfade dike. Ruhê paradîgmaya azadîparêziya jinan hêza xwe ji rastiya civakî-dîrokî digre û ji bo jinan paşerojeke azad li dora şoreşa jinan ava dike. Di salvegera yekemîn de em 16'ê Îlonê bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' pêşwazî dikin ku gerdûnî bûye. Jin li tevahiya cîhanê li dora vê dirûşmê li hev kom dibin û digihîjin hev. Ev yek cihê kelecan û hêviyê ye."

'Em qadên çalakiyê dagirin'

Di daxuyaniyê de Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bang li jinan, dostan, ciwanan û gel kir  ku li Ewropayê beşdarî pêngava 'Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê' bibin û ev bag hat kirin: “Em bi biryar in ku bi aqil, berxwedan û rengê jinan azad bibin, bedew bibin. Em bi biryar in ku vê têkoşîna xwe ya mezin bi ser bixin lewre mohra xwe li sedsalê xistiye. Em dibêjin, 'Ji bo xwişka min, ji bo xwişka te, ji bo xwişka me' em qadên têkoşînê bi biryardariya mezinkirina têkoşîna azadiyê dagirin."