Ji Gultan Kişanak Nameya 12'ê Îlonê

Siyasetmedara Kurd a girtî Gultan Kişanak, diyar kir ku armanca Doza Kobanê û 12'ê Îlonê yek in û got:"Em ê bi berxwedana xwe ya bi rûmet vê tarîtiya kûr ji hev belav bikin."

Navenda Nûçeyan - Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê bi boneya salvegera 12’ê Îlonê panelek bi navê “12’ê Îlonê û Hiqûq” li dar xist. Di panela ku li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî hat lidarxistin de, parêzvanê mafên mirovan Akin Birdal û Serokê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî û Çapxaneyê (DÎSK Basin-Îş) Faruk Eren axivîn. Gelek kes beşdarî panela ku ji aliyê Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (ÖHD) Şaxa Rihayê Dîcle Aksu ve û moderatoriya wê Alî Fuat Bucak hat kirin, bûn.

Nameya Gultan Kişanak

Di panelê de nameya siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak a girtî û şahida 12’ê Îlonê hate xwendin. Gultan Kişanak, anî ziman ku pirsgirêka kurd pirsgirêka "cudakariyê" ye û diyar kir ku îro li Sîncanê rûniştina dozeke mîna ya 12'ê Îlonê hat kirin û wiha got: "Lijneya dadgehê cil û bergên hikûmetê li xwe nekir. " Gultan Kişanak ku dosya weke "doza rehîneya siyasî" bi nav kir û got: "Bi helwest û berxwedana xwe ya bi rûmet em ê vê tarîtiya kûr ji hev belav bikin; "Ez ji dil bawer dikim ku ew ê van xefikên ku li dijî îhtîmala aştî û çareseriyê hatine danîn pûç bike."