Li 201 hemwelatiyên Kurd 715 sal cezayê girtîgehê hat birîn

Rêxistina Mafên Mirovan a Hingaw diyar kir ku piştî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ Kurdan dikin hedef, ragihand ku li 201 hemwelatiyên hatine girtin bi giştî 715 sal, 6 meh û 17 roj cezayê girtîgehê hatiye birin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan a Hingaw destnîşan kir ku serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir der barê hemwelatiyên Kurd ên ku beşdarî berxwedanê bûn û hatin girtin de raporek weşand. Rêxistinê da zanîn ku bi sedan Kurd bi hinceta ku beşdarî serhildanê bûne hatine girtin û ji wan nasnameyên 201’ê hatine tesbîtkirin.

Di raporê de hat bibîrxistin ku ji derveyî 201 kesan xwe negihîştandine kesên din ên ku hatine girtin û wiha hat gotin:

“Di vê çaroveyê de cezayê davekirinê dane hemwelatiyên Kurd, 201 kesên ku cezayê wan hatiye înfazkirin bi giştî 715 sal 6 meh û 17 roj cezayê girtîgehê, 21 sal û 6 meh cezayê taloqkirina girtîgehê hatibû dayîn. 2 hezar qamîş û gelek cezayê qamîşê li wan hat birîn, cezayê pere û qutkirina ji civakê hat dayîn.”

196 ciwan û zarok

Li gorî raporê ji 202 kesên hatin girtin 196 wan ciwan û zarok in. Di raporê de der barê vê mijarê de ev agahî hatin dayîn û wiha hat gotin:

“Ji kesê ku ji aliyê saziyên ewlehiyê û Komara Îslama Îranê ve hatin girtin 196 ciwan û zarok in.  Li Koresh Gravand (17), 7 meh,  Farhad Navaei (16), 2 sal, Arshiya Barzin(15), 3 sal cezayê girtîgeh û 74 qamîş, Kianoosh Azami (17) 10 meh cezayê girtîgeh û 74 qamîş hat dayîn.”

Ceza li jinan hat birîn

Di raporê de hat diyarkirin ku di heman demê de herî kêm 23 jinên çalakvanên Kurdên ku di berxwedanê de cih girtin hatin girtin û wiha hat gotin: “Herî kêm 19 jinên çalakvanên Kurd, ji aliyê sîstema daraza Komara Îslamê ya Îranê ve bi giştî 61 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li wan hat birîn. 4 çalakvanên jin jî bi giştî 8 sal cezayê taloqkirina girtîgehê lê hat birîn û ji yek ji wan jî cezayê 18 qamîşan daye.

Xwendekar û mamoste dibin hedef

Di raporê de bal hat kişandin ku mamosteyên Kurd û xwendkar jî tên hedefgirtin û wiha hat gotin: “4 mamoste û 8 xwendekaran cezayê girtîgeh û qamişê girtin. Ji 100’an zêdetir xwendekarên Kurd jî ji aliyê tîmên ewlehiyê ve hatin girtn û ji bo gelekan berdewamkirina perwerdeyê hat qedexekirin. Di heman demê de ji aliyê sîstema daraza komara Îslamî ya Îranê ve cezayê 16 sal û 4 meh ê girtîgehê dan herî kêm 4 mamosteyan.

Mirov rastî îşkenceyê hatin

Di raporê de behsa îşkenceya di bin çavan de hat kirin û der barê vê yekê de wiha hat gotin: “Der barê şoreşa jinan de dozên girtinê gelek zêde ne, li gorî zagonên navxweyî yên komara Îslamê jî rêz li jiyan û azadiya bersûcan nehat girtin. Piraniya kesên ku hatine binçavkirin ji roja ku hatine girtin ve heta niha rastî îşkenceya fizîkî û derûnî tên. Nikarin xwe bigihîjînin parêzeran, doz tenê li ser daxwaza erkdarên ewlehiyê tên amadekirin û rê li ber mehkûmiyetê vekiriye. Meqamên darazê dema ku erkên xwe bi cih tînin tu dem ji serxwebûna darazê sûd negirtine.”