Dicle Mûftûoglû ji bo Xelata Rojnamegera Herî Berxwedêr bû namzet

Hevseroka KCD'ê Dîcle Mûftûoglû ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, ji aliyê Çapemeniya Azad ve ji bo 'Xelata Rojnamegera Herî Berxwedêr' hat berbijêrkirin.

Navenda Nûçeyan - Hevseroka Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê û Rojnameger Dîcle Mûftûoglu di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin di 3’ê Gulana 2023’an di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hat binçavkirin û hat girtin. Hat ragihandin ku Dîcle Mûftûoglû ya li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ye ji bo "Xelata Rojnamegera Herî Berxwedêr" a ku ji aliyê Free Press Unlimited ve tê lidarxistin bû namzet.

Li gel Dîcle Mûftûoglû, Andersson Boscan ji Ekvadorê û Philip Obaji ji Nîjeryayê jî ji bo heman xelatê bûn namzet. Xwediyê xelatê dê di 24’ê Cotmehê de ji aliyê juriyê ve were eşkerekirin. Xelat dê di 3’ê Cotmehê de li bajarê Den Haag, Hollanda di çalakiyek zindî de werin pêşkêş kirin.

Hefteya bê, rojnamevanên ku ji bo xelatê hatine namzedkirin dê li ser hesab û malpera medyaya dîjîtal a Free Press Unlimited werin nîşandan.

Dîcle Mûftûoglû di sala 1984'an de li Agiriyê Doğubeyazîtê ji dayik bûye. Rojnameger piştî xwendina xwe ya seretayî û navîn li Doğubeyazıtê ji Zanîngeha Celal Bayar Beşa Biyolojiyê mezûn bû. Ji sala 2008’an ve li bajarên cuda yên wekî Stenbol, Amed, Mêrdîn û Şirnexê rojnamegerî kiriye. Di saziyên ku lê dixebitî de wezîfeyên weke nûçegihan, edîtor û di rêveberiyê de cîh girt.