Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) a bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi dewirgirtina koma 63’emîn û biryardarî didome.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmeha 2023’an de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin. Çalakî bi dewirgirtina koma 63’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 62’emîn Hisên Kara axivî.

Hisên Kara di destpêka axaftina xwe de çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne meşandin silav kir û got: “Em di rojên girîng re derbas dibin. Li ser Rêbertî, civak, xak û giştî Kurdistanê êrişên dijwar hene. Destpêkê biryara dewleta Îranê ya di derbarê heval Etem de şermezar dikin. Dewleta Îranê bi darvekirin û qetilkirina Kurdan biser nakeve. Em dibêjin dewleta Îranê bila ev biryarên xwe yên derbarê qetilkirina Kurdan de rawestîne.”

‘Dewleta Tirk tu mafê jiyanê ji gelê Kurd re qebûl nake’

Hisên Kara bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser gelê Kurd û got: “Dewleta faşîst a Tirk di van rojên dawî de êrişên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê dijwar kiriye. Hikumeta AKP-MHP’ê tehemula hilbijartinek demokratîk ji bo Kurdan nake. Ango di Rojavayê Kurdistanê de ger hilbijartinek demokratîk çêbibe wê zerer bide kê? Dewleta Tirk tu mafê jiyanê ji gelê Kurd re qebûl nake.”

‘Pêwîste em berpirsyartiyên xwe yên hemberî Rêbertî pêkbînin’

Hisên Kara bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û ev tişt got: “Rêbertiya me dibin tecrîdek giran de ye û ji hemu mafên xwe bêpar maye. Dixwazin têkiliya dinavbera Rêbertî û gel de qût bikin. Naxwazin felsefe û paradîgmaya Rêber Apo belav bibe û dixwazin asteng bikin. Ev tê wê wateyê ku komploya navneteweyî berdewame. Em wek civaka Kurd ji bo Rêbertiya xwe çi bikin kêm dimîne. Rêbertî hertiştî ji bo gelê Kurd kiriye û hemu hewldanên wî ji bo azadiya gelê Kurde. Ji bo wê pêwîste em berpirsyartiyên xwe yên hemberî Rêbertî pêkbînin. Ev jî bi berxwedan û têkoşînê pêkane. Ger em têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin emê bikarin Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad bikin.”

Hisên Kara di dawiya axaftina xwe de bang li tevayî gelê Kurd û mirovên azadîxwaz kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînek xurt bidin meşandin.

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dawî bû.