Polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girt, hevserok hate binçavkirin

Polîsan danê sibehê avêtin ser Şaredariya Colemêrgê. Hevşaredar Mehmet Sîddik Nakit hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan-Li gorî agahiyên hatin bidestxistin duh bi şev dora saet di 23.00’yan de bi sedan polîsan Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê de bi dest xistibû dorpêç kirin. Kolana ku şaredarî lê û hemû kolanên tên şaredariyê ji aliyê polîsan ve ji trafîkê re hatin girtin. Hate îdiakirin ku piştî dorpêçê di saetên serê sibê de deriyên şaredariyê hatine şikandin, bi ser şaredariyê de hatiye girtin û hemû amîrtiyên saziyê bilez vexwendine ser peywîrê. Hat zanîn ku Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê hatiye binçavkirin.