Şaredariya Rezanê der barê nûçeyên bê bingeh de giliyê sûc kir

Şaredariya Rezanê der barê nûçeyên bê bingeh ên der barê hevşaredarên Rezanê de giliyê sûc kirin. Di daxuyaniya hat dayîn de bal hat kişandin ku bi nûçeyên bê bingeh êrişek taybet tê pêşxistin.

Amed- Şaredariya navçeya Rezana Amedê der barê nûçeyên bê bingeh ên der barê hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk ku ji roja dest bi kar kirin ve heta niha tên weşandin de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rêveberiya qeyûm der barê dizî û gendeliyên kirine de peyvek tiştek nabêjin ên ku keda gel talan dikin, bi hesabên sexte û medyaya alîgir bi bêbextî û derewan di nava êrişek sîstematîk de ne.

‘Êrişek taybet tê pêşxistin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi taybetî nûçeyên bê bingeh ên der barê Leyla Ayaz tên çêkirin de dixwazin êrişek taybet bi pêş bixin û ev hat gotin:

“Peykerê ku ji aliyê qeyûm ve hat rakirin careke din hat vekirin, weke ‘terorîzm’ bi nav kirin,  bi derewên weke ‘ez ê alê bixim çopê’ hewl didin êriş bikin, bi rêbazên erzan û derewên ku mubbing li hemberî karkeran pêk aniye, guherîna aliyên kamereyan, rêveberiya me dike hedef. Der barê personelên ku peymana wan temem nebûye weke rêveberî biryarên hatine girtin, di şexsê hevşaredarên me de bi îdiayên qirêj berovajî kirin ev êriş  eşkere ye ku ji aliyekî ve tên kirin. Bi derxistina îdiayên bêbingeh ên wekî “malbata xwe anî ser rêveberiyê” ku li ser medyaya dîjîtal tên belavkirin, hewl tê dayîn dezenformasyoneke cidî were çêkirin. Me li dijî bêbextiya ku du xizmên xwe yên di salên 2015 û 2018’an de dest bi kar kirin û ji roja ewil ve nehatine guhertin, anîne ekîba rêveberiyê, bi riyên qanûnî yên pêwîst me serlêdana sûc kir.”

‘Hewl didin diziyan veşêrin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi hemû êrişan re hewl hatiye dayîn xizmeta gel bê astengkirin û sîstema hevserokatiyê bi hemû êrişan hatiye hedefgirtin û ev tişt hae gotin: “Bêguman eşkere ye ku hewldan hene ku diziyan bi derewên qirêj veşêrin.” Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Em diyar dikin ku li dijî van hemû êrişan me bi însiyatîfa qanûnî ya pêwîst serlêdana sûc kiriye, em ê her qonaxa pêvajoyê bişopînin û divê raya giştî ya hestiyar bi îcraatên me yên li ser şaredariya rasteqîne, ne ji dezenformasyonên qirêj bawer bike. Di dawiyê de em dixwazin hûn bizanibin ku dema me dest bi vê erkê kir, me giranî da xizmeta gelê xwe, ne li ser operasyonên ferasetê. Pêwîst e tu şika gelê me nebe, ji niha û pê ve jî bi vî awayî bizanibe.”