Çalakiya xwendinê ya TJA: Hevjiyana azad hate nîqaşkirin

Di çalakiya xwendina ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li Manîsayê hat lidarxistin de, “Hevjiyana Azad” hate nîqaşkirin.

Navenda Nûçeyan - Çalakiyên di çarçoveya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” berdewam dikin. Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyayê de li Manîsayê çalakiya xwendinê li dar xist.

Di çalakiya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) ya parêzgeha Manîsayê hat lidarxistin de pankartên “Bibe dengê azadiyê’ û “Jin Jiyan Azadî” hatin hildan. Nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Herêma Egeyê, rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Egeyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Anadoluyê bi Xizmên Windayan re (ANYAKAYDER)  û gelek welatî tevli bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiya ku Aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan, Fadîle Goktûrk û ji Meclîsa Jinê ya Manîsayê ya  DEM Partiyê Suna Tunç tevli bûn, nivîsên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser “Hevjiyana azad”, hatin xwendin.

Di çalakiyê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Berxwedana Zindanan” hatin berzkirin.