Tirkiye welatê 'girtîgeh û îşkenceyê'

Girtîgehên ku di nava cezayê de pergala cezayê tê avakiri û ji raboriyê heta roja me ya îro wek navendên îşkenceyê tên bikaranîn, nîşan dide ku demokrasiya Tirkiyeyê û mafên mirovan di kijan astê de ye.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê girtîgehan ji raboriyê heta îro bi îşkence, binpêkirina mafan, tecrîd û mirinan tê nasîn. Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya 01.12.2022’an, li girtîgehên Tirkiyeyê 336 hezar û 315 girtî û hikumxwar hene. Di nava van kesan de hejmara kesên 65 salî û mezintir 5 hezar û 513 kes in. Li gorî Wezaretê, 277 girtiya mûstakil, 88 vekirî, 4 malên perwerdehiya zarokan, 10 girtî yên jinan, 8 girtîgehên jinan ên vekirî û 9 girtîgehên giştî ya zarokan bi giştî 396 girtîgeh hene. Kapasîteya van girtîgehan 286 hezar û 797 e. Di vê rewş de hêj 49 hezar û 518 girtî wek zêdeya kapasîtyê li girtîgehan tên ragirtin.

Girtiyên nexweş

Li girtîgehên ku hema bejê her roj binpêkirina mafan tê jiyîn, 651 jê giran hezar û 517 girtî hene. Lêbelê, rêxistinên mafên mirovan baldikşînin ku ev dane bi taybetî tên tespît kirin e. Daneyên ji yên ku tên zanîn zêdetir e, ji ber ku girtîgeh ji bo kontrolê ne cihên vekirî ne. Girtiyên ku nikarin bigihîjin xizmetên tenduristiyê yên pêwîst, li girtîgehan terkî mirinê tên kirin. Pêvajoya çûyîna nexweşxaneyan a girtiyên ku nikarin li revîrên girtîghen bi dermên êşkêmkirinê dermankirina pêwîst werbigirin jî wek îşkence tê pênasekirin. Girtiyên ku di dema ketin û derketina girtîgehê de bi tazî û hindûrê devê wan tê lêgerîn kirin, bi kelepçeyan neçarî muayenekbûne tên kirin. Parêzvanên mafên mirovan bi rêziknameyên pêwîst dixwazin berdan girtiyên nexweş bên misoger kirin, daxwaza dikin ku dawî li pêkanînên dijmirovahî yên li pêşiya muameleya bê anîn.

Ji girtîgehan darbestderdikevin

Tevî li hemû qadên têkoşînê rewşa girtiyên nexweş tê ziman jî ‘di nava cezayê de avakirina pergala cezayê’ berdewam dike. Ji girtîgehan ji rêzê ve darbest derdikevin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan tenê di sala 2022’an de 76 kesan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 35 kes tenê ji ber nexweşiya xwe jiyana xwe ji dest dan. Mirina girtiyên din jî bi awayekî guman hat dîtin. Dema tesbîta 'di pêvajoya hikêumta AKP girtîgeh veguherîn malên mirinê' tên kirin, ev tesbît bi hejmaran jî tê xurtkirin. Mirinên di girtîgehan de tên jiyîn, di tevahiya hikûmeta AKP'ê de bi hezaran tê îfadekirin.

Şewitandina înfazan

Bi taybetî di salên dawî de li girtîgehan wek rêbaza di nava cezayê de cezakirin înfaza girtiyan tê şewitandin. Bi ferzkirina poşmantiyê, stran gotin, govend gerandin an jî bi gelek pêkanînên keyfî re berdana girtiyan bi biryarên Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê tê asteng kirin. Li Tirkiyeyê di girtîgehên ku di heman demê de neynika jiyanê ne de, di sala 2022’an de înfaza herî kêm 136 kesên ku piraniya wan girtiyên siyasî ne, bi biryarên keyfî hat şewitandin.

Ji dîrokê heta niha bêhiqûqî berdewam dike

Girtîgehên ku girtî wek esîr tên dîtin û ji hemû mafên mirovan bêpar tên hiştin, di salên dawî de hem bi kapasîteya xwe û hem jî bi binpêkirinên tên jiyîn re timî car tên rojev e. Di rastiyê de dîroka girtîgehên li welat nîşan dide ku ev rewş her tim eynî ye, pirsgirêk bi qatbûne, guhertinê û bi veşartinê bi her cure bêhiqûqiyê berdewam dike. Têkoşîn û berxwedana li dijî dîroka îşkenceyê ya ku di salên 1950’î de bi Sansaryan Xanê dest pê kir jî bi heman awayî pêş dikeve.

Îşkenceya li Sansaryan Xanê dest pê kir

Sansaryan Han ku wek avahiya Emniyetê ya Stenbolê dihat bikaranîn, yek ji navendên îşkenceyê yên salên 1950 û 60'e bû. Hate diyarkirin ku di xana ku gelek nivîskar, helbestvan û siyasetmedarên wek Ruhî Sû, Ahmet Arîf û Mîhrî Bellî lê hatine îşkencekirin, 33 hûcre hene. Sansaryan Han ku cihê bi taybetî îşkencekirina mûxalîfên di nava tevgera şoreşger de cih digrin e, bi "tabûtgehên" ku mirovan dixin hundirê ve tê bibîranîn. Ruhî Sû îşkenceya ku li vir dîtiye wiha pênase dike, “Tiştê herî zehmet jî “tabûtgehê!” Ma tabûtgeh e? Mîna sîndoqek piçûk ku qasî mirovek bi çok danîne di hundirê vê de cih bibe ye. Ne destê te dirêj dibe û ne jî serê te radibe. Piştî demekê, êş û tevzînokên nayên tehemûl kirin”, Ahmet Arîf jî, di bîranînên xwe de diyar dike hinek ji wan ji ber kanalîzasyon û avên qirêj ên rijandine hucreya wan piştî meheh dîn bûne û şandine nexweşxaneya dînan. Muxtiraya Leşkerî ya 1971’an jî li welat pêvajoyek din nîşan dide.Şoreşgerên hatine girtin, piştî îşkenceya li Gayrettepeyê dîtin, ji gelek girtîgehên di serî de Baregeha Selîmiye û Girtîgeha Leşkerî ya Maltepeyê re tên şandin. Tê zanîn ku li vir di îşkenceyê de gelek mirov hatine qetilkirin. Mînak dema Mahîr Çayan li Girtîgeha Maltepeyê bi awayekî birîndar, ji deriyê li qawîşa xwe re bi zincîran hatibû girêdan,şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya ê ku ser dida sir nedida jî, piştî pêvajoya îşkenceya 4 mehan a li Girtîgeha Amedê berdewam kir, di 18'ê Gulana 1973'an de hat qetilkirin.

Serdema 12’ê Îlonê

12'ê Îlonê yek ji xalên veger ên girîng ên Tirkiyeyê ye. Bi darbeya leşkerî re îşkence bi awayekî şênber derdikeve holê. Di vê heyamê de bi taybetî girtiyên siyasî li gelek girtîgehên wekî Girtîgeha Hejmar 5’an a Amedê, Şaxa Siyasî ya Gayrettepe, Girtîgeha Metrîs û Girtîgeha Mamakê rastî îşkenceyên giran hatin. Di encama van îşkenceyan de, qeydên fermî nîşan didin ku hejmara kesên bi îşkenceyên mirinê 491, kesên bi îdiaya şer û pevçûnê hatine qetilkirin 74, kesên bi gotina întexar hatine qetilkitin 43, kesên dema direviyan hatin qetilkirin 16, kesên di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dan 14, kesên mirina wan bi awayekî guman hat dîtin 144 û kesên hate gotin bi ecelên xwe jiyana xwe ji dest dane jî di nav de 419 girtî jiyana xwe ji dest dane. 12 Îonê di heman demê de, serdemên ku li girtîgehan berxwerdan jî hebû û derbasê dîrokê bû. 12’ê Îlonê jî serdemên ku li zindanan berxwedan hebû û derbasî dîrokê bû. Bi taybetî jî jî ferzkirina cil û bergên yekreng û îşkenceyê li girtîgehan berxwedaneke dîrokî hate jiyîn.

Windahiyên herî zêde di salên 90’î de hate jiyîn

Li Tirkiyeyê salên 1990’î wek dema cînayetên kiryar nediyar û windakirinan derbasê dîrokê bû. Girtîgeh veguherîn navendên qetilkirinê. bûne navendên qirkirinê. Genelgeya Gulanê ya bi îşkence û mirinan re ji aliyê Wezîrê Edaletê yê demê Mehmet Agar ve re der barê girtîgehan de hatibû derxistin, bi grevên birçîbûnê hat protestokirin. 2 hezar û 174 girtî ketin greva birçîbûnê û 355 girtî jî ketin rojiya mirinê. Yekemîn greva birçîbûnê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hat destpêkirin. 12 girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dan.

Operasyona Vegera Jiyanê

Ji bo girankirina îşkence û şert û mercên girtîgehê yên li girtîgehan polîtîkayên nû hatin pêşxistin. Yek ji wan jî 'Operasyona Vegera Jiyanê' bû. Girtîgehên tîpa F hatin çêkirin. Di sala 2000’an de gelek girtiyan di heman demê de li dijî van girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê ya 816 girtiyan piştî mehekê veguherî rojiya mirinê. Di 19'ê Kanûna 2000'an de li 20 girtîgehan operasyona bi navê "Vegera Jiyanê" hat pêkanîn. Di operasyonê de gazên kîmyewî, bombe û çek hatin bikaranîn û bi dozeran ketin girtîgehan. Di operasyonan de 30 kes hatin qetilkirin, girtî û mehkûm bi zorê sewqî girtîgehên tîpa F hatin kirin. Bi rojiyên mirinê re 122 kes jiyana xwe ji dest dan.

Çalakiyên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê

Bi vekirin û sewqkirinên girtîgehên tîpa F re, hewil hat dayîn têkiliya girtiyan bê qutkirin. Li ser vê yekê di 12’ê Îlona 2012’an de 483 girtiyên ji doza PKK û PJAK’ê, li 58 girtîgehên seranserê Tirkiyeyê ji bo şert û mercên girtîgehê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin û tecrîd bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kirin. Ev grev 68 rojan berdewam kir û bi banga Abdullah Ocalan bi dawî bû. Girtiyên siyasî yên ku daxwaza darizandina adilane kirin, dem bi dem dest bi grevên birçîbûnê kirin û van grevan bi rojiya mirinê re berdewam kirin. Mustafa Koçak ê ku 3'ê Tîrmeha 2019'an de li Girtîgeha Tîpa F a Jimare 1 a Kiriklarê di dest bi greva birçîbûnê kir, jiyana xwe ji dest da. Endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem parêzer Ebru Timtik roja 238 a rojiya mirinê ango di 27’ê Tebaxa 2020’an de jiyana xwe ji dest da. Her wiha endamên Grup Yorumê Helîn Bolek û Îbrahîm Gokçek jî di çalakiya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan.

Tecrîda ku li hemû jiyanê belav bû

Yekane tişta ku ji Sansaryan Han heta îro di girtîgehan de nehatiye guhertin, îşkence û muameleyên dijî mirovahiyê ne. Li Tirkiyeyê ku hema bêje hemû dengên mûxalîf bi rêya darazê û girtinê hewl tê dayîn bê qutkirin, girtîgehan li gel bênasname kirine, di rewşa navenda polîtîkayên ku mirovan ji mirovatiyê durdixe ye. Lê pekane ku mirov bibêje ku ev rewş ji yek navendê derbasî hemû girtîgehan û hema bêje hemû civaka Tirkiyeyê bûye. Ev jî 'tecrîda' ya ku li her derê belave jiyanê bûye ye. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, nîşaneya tiştên ku tê xwestin li tevahiya welat bên kirin e.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîd

Dema mirov li girtîgehên Tirkiyeyê mêze dike, divê mirov bi taybetî cuda li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ragirtin, binêre. 28 meh in ji Abdullah Ocalan ku 24 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, agahî jê nayê girtin. Parêzerên wî hefteyê du caran daxwaza hevdîtinê dikin, hema bejê hemû serlêdan bêbersiv tên hiştin. Hevdîtina bi Abdullah Ocalan û girtiyên din Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar re bi hincetên “Cezayên dîsîplînê” û “qedexeya hevdîtina parêzeran” tê astengkirin. Piştî bidawîbûna cezayê dîsîplînê ku di 9’ê Îlona 2022’an de ji bo astengkirina dîtina malbatê ji bo Abdullah Ocalan hatibû dayîn di 9’ê Kanûnê de bi dawî bû, parêzerê wî di 15 û 23 Qanûna 2022’an û 3 Çileya 2023’an de hem ji girtîgehê re hem jî ji dozgeriyê re 3 serlêdanên cuda kir. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê di 4'ê Çile de ji parêzeran re ragihandibû ku ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din 3 meh cezayê qedexeya hevdîtina malbatê ya nû hatiye dayîn. Serlêdana parêzeran a li dijî biryarê di 10'ê Çile de hat kirin jî di nava dheman rojê de hate redkirin. Parêzeran li dijî biryara mijara gotinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan.

Ji AYM'ê jî tu bersiv nîne

Piştî ku di 18’ê Cotmeha 2022’an de qedexeta hevdîtina parêzaran a 6 meh bi dawî bû, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku li Dadgerê Înfazê yê Bûrsayê re serlêdana hevdîtine kir, hat ragihandin ku tu qedexeya  hevdîrtinê nîne lê di vê heyamê de jî tu hevdîtin nehat kirin. Serlêdanên ku parêzeran gelek caran kirin bêbersiv hatin hiştin û hevdîtin pêknehat. Ji bo serlêdana parêzeran a li Dadgeha Destûra Bingehîn jî hêj tu bersiv nehat dayîn.

Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn. Parêzeran ji vê dîrokê heta niha hêj destûr nayê dayîn bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêkbînin.

Berxwedan didome

Dewlet ji destpêkê ve girtîgehan li gorî 'qanûna şer' bi rê ve bir. Ji girtiyên ku ji darizandineke adil bêpar man re bi salan muameleta esîr hat kirin; tê kirin. Lê tu caran berxwedan bi dawî nebû. Girtî û mehkûman li girtîgehên ku lê êsîr hatin girtin jî dest ji têkoşîn û hilberînê bernedan. Îro bi sedan girtî li benda rojên xweş ên ku dê Tirkiye bibîne ne. Girtiyên jin ên li girtîgehan ji rengên cil û bergên xwe, ji ber pirtûkên  dixwînin yek li pey hev tên cezakirin, bi berxwedanê tevî her tiştî  stran gotin û govend gerandina xwr didomînin. Girtiyên li benda piştgiriya raya giştî ne, daxwaza darizandineke adil û jiyaneke layiqê rûmeta mirovahiyê ye dikin.