‘Tirkiye bi êrîşên xwe îsbat dike ku ew DAIŞ bi xwe ye’

Di şeva salvegera rizgarkirina Şengalê de dewleta Tirk wesayîdeke şervanên YBŞ’ê hedef girt û bi balafiran êrîş pêk anî. Li dijî êrîşan bertek didomin û êrîş hat şermezarkirin.

Şengal- Ji ber êrîşa ku li dijî wesayîdeke şervanên YBŞ’ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin bertek didomin. Di encama êrîşê de 2 şervanên YBŞ’ê yên bi navê Berxwedan Şengalî û Argêş Feqîr jiyana xwe ji dest dan û şervanek jî birîndar bû. Li dijî van êrîşan Endama Meclisa gel a gundê Dugurê û endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ) êrîş şermezar kirin û dan zanîn ku dê têkoşîna xwe heta azadiyê berdewam bikin.

‘Dixwazin Êzidiyan tune bikin’

Endama Meclisa Gel a Dugurê Edlê Seyîd bal kişand ku êrîş bi armanca tunekirina civaka Êzidî pêk tên û wiha got: “Em niha li cihê ku êrîş lê pêk hat sekinîne. Hevalên me ji şahiyê vedigeriyan, li nêzî seytereya artêşê hatin hedefgirtin. Em dewleta Tirk şermezar dikin, daxwaza wan bi van êrîşan ew e e ku fermana 2014’an dubare bikin. Daxwaza wan ew e ku Êzidiyan tune bikin û yekê ji wan nehêlin. Ji bo wê jî li her deverê êrîşî Êzidiyan dikin.”

‘Di kîjan baweriyê de heye’

Edlê Seyîd bal kişand ser nêzîkatiya artêşa Iraqê ya di dema êrîşê de ku nehişt gel agirê ku bi wesayîdê ketibû vemrîne û da zanîn ku armanca wan ew e dawiya Êzidiyan bînin û wiha got: “Dema ku êrîş pêk hat, em hatin û li ser wesayîda ku hatibû hedefgirtin sekinîn. Lê mixabin artêşa Iraqê nehişt kesek agirê ku bi wesayîdê ketiye bitefîne. Ger ne ji nêzîkatiya artêşê bûya dibû ku me kesên di hundirê wesayîdê de xilas bikira. Tevî êşa civaka me ya Êzidî jî artêşa Iraqê bi me dikene. Ev di kîjan baweriyê de heye. Dixwazin dîsa fermanan bînin serê me lê belê em ne Êzidiyên berê ne, YJŞ YBŞ, Asayişa me heye û hêza me heye. Em ê li ber xwe bidin. Em sond dixwin heta ku dilopek xwîna me hebe, em ê vê axê ji dewleta Tirk re nehêlin. Naxwazin civaka Êzidî bi ser bikeve.”

‘Em vê nêzîkatiya Iraqê qebûl nakin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên (TAJÊ) Êzidî Tewrê Hisên hêrsa xwe bi van hevokan anî ziman: “Di fermanê de kesên ku bi hewara me ve hatin gerîlayên serê çiya bûn. Wan hatin Şengalê rizgar kirin. Duh şahiya me bû, şahiya rizgarkirina Şengalê bû. Lê dîsa dagirkeriya tirk êrîşî zarokên me kir û ew şehîd xistin. Pêwîst e dewleta Iraqê van êrîşan qebûl neke. Çima dewleta tirk êrîşî me dike. Piştî ku wesayîd di seytereya artêşa Iraqê de derbas bû, dagirkeriya tirk êrîşê wesayîdê kir, ev ne cara yekem e ku bûyerek wiha rû dide. Em vê nêzîkatiya Iraqê qebûl nakin û şermezar dikin. Dewleta tirk bi êrîşên xwe îsbat dike ku ew jî DAIŞ e.”