Li Îzmirê belemeya lastîk bin av bû: 6 koçber mirin

Li peravên Çeşme a Îzmirê de ji ber binavbûna belemeya lastik hêjmara koçberên ku jiyana xwe ji dest daye giha 6 kesan.

Navenda Nûçeyan- Li navçeya Çeşme a Îzmirê di roja 13’ê Mijdarê de di derdora saet 07:15’an de belemeya lastik ku 13 koçber bar kirî  ji ber bahozê belemeya lastik a ji ava kleopetra a Alaçatî ketin deryayê binav bû.

Li ser zanîna rewşê tîma fermandariya ewlehiya beravan a Çeşme li herêmê xebatên lêgerin û rizgariyê destpêkir. Di encama xebatên ji hewa û bejayî hatin meşandin de xwegihandin cenazeyê 5 koçberan. Îro jî bi dîtina cenazeyê koçberek din re hêjmara koçberên ku jiyana xwe ji dest dane giha 6 koçberan. Ji bo koçberek winda xebatên lêgerin û rizgariyê berdewam dike.

Dû gumanbar hatin girtin

Di çarçoveya lêgerinê de, dû gumanbarên ku dihat nirxandin ku organîzetorin ji aliyê jandarmayan ve hatin binçavkirin. Gumanbarên ku kar û barên wan ên li jandarmayê temam bûn A.T û Ş.C ku sewqî edliyeya nobedar hat kirin û ji aliyê Dozgerê Cezayê Sulhê ve hatin girtin.