Îsraîl 40 roj in li Xezayê dixe: Felaketa însanî berdewam dike

Artêşa Îsraîlê yekîneya lênêrînê ya nexweşxaneya Şîfa ku dorpêç kiribû kir hedef. Di dema rakirina nexweşên lênerîna giran de 3 pitikên ku ji kuvezê hatibûn derxistin jiyana xwe ji dest dan. Li hewşa nexweşxaneyê dest bi kolandina gorên komî kirin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ku sivîl û nexweşxaneyan dike hedef, ji 7’ê Cotmehê vir ve berdewam dikin. Li gorî daxuyaniyên herî dawî yên fermî yên têkildarî êrîşên ku 40 roj in li ser Zivala Xezayê didomin; 4 hezar û 650 jê zarok 3 hezar û 145 jî jin 11 hezar û 320 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Arteşa Îsraîlê ya ku nexweşxaneyen hedef digre, li hemberî Nexweşxaneya Şîfa ya li Xezaye ku duh bi şev hat dorpeçkirin tîmeke tenduristiyê ya ji hezar û 500 kesan pêk tê û nêzî 7 hezar penaber tê da bûn, bi hinceta "berxwedana sevk û navenda îdarî ye" operasyon da destpêkirin. Di êrîşê de yekîneya lênêrîna giran a nexweşxaneyê bûn hedef.

Daxuyaniya operasyonê ji artêşa Îsraîlê hat

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal da diyar kir ku li ser beşeke navenda tenduristiyê ya Şîfayê operasyoneke leşkerî hatiye kirin. Avichay Adraee îdia kir ku di operasyonê de welatî, ekîbên tenduristiyê û nexweşên li hundirê nexweşxaneyê nehatine hedefgirtin. Avichay Adraee diyar kir ku beriya operasyonê ev mijar ji midûriyeta nexweşxaneyê re hatiye şandin û destnîşan kir ku beriya operasyonê ji bo ku nexweş û penaber ji nexweşxaneyê bên derxistin xebat hatin kirin.

Dîmena dema lêdana nexweşxaneyê hat weşandin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê dîmena dema lêdana nexweşxaneyê belav kir. Hat dîtin ku beşa lênêrîna giran a Nexweşxaneya Şîfayê ya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê hat lêdan xera bûye û bijişk ji ber tozê nikarin nefesê bikişînin. Bijîşkan agahî parve kirin ku nexweşên lênêrîna giran ên ku berê ji ber êrîşan û nebûna sotemeniyê di nexweşxaneyê de hatibûn bicihkirin, rakirin herêmeke din.

3 pitikên ku ji kuvezê hatin derxistin jiyana xwe ji dest dan

Li gorî wan wêneyan, zêdetirî 30 pitik li beşa ji dayikbûnê a nexweşxaneya Şîfayê ji kuvezên wan hatin derxistin û di nav destên karmendên nexweşxaneyê û sivîlên xwebexş de bo cihekî ewletir û guncawtir hatin veguhestin. Hat dîtin ku korîdorên nexweşxaneyê yên ku bijîjk di nav wan de derbas dibûn û pitik hildigirtin, tijî nivînên nexweşan bûn û birîndar tê de bûn û sivîlên ku ji ber ku malên wan hatin bombekirin û li nexweşxaneyê sitar bûn jî di heman korîdoran de dijîn.

Bijîşkekî Filistînî diyar kir ku cihê wan pitikan lê hilgirtine ne guncaw e, bi taybetî ji bo pitikên zuzayî. Bijîşkê Filistînî diyar kir ku divê pitik bi gelemperî di kuvezê de bimînin û got ku ji ber şert û mercên wan heta niha 3 pitikan jiyana xwe ji dest dane.

Li hewşa nexweşxaneyê amadekariyên gorên komî

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref el-Kudra diyar kir ku xebatên derxistina cenazeyan ji Nexweşxaneya Şîfayê bêencam man û wiha got: "Ji ber vê yekê ekîbên tenduristiyê û rêveberiya nexweşxaneyê biryar dan ku goreke komî ji bo definkirina cenazeyan bê vekirin. Me ev yek ji Xaça Sor re ragihand û ji bo kolandina gorên komî dest bi xebatê kir.” Eşref el-Kudra da zanîn ku ekîban penaberên xwebexş 100-120 cenazeyan veşêrin û tîmeke din jî goreke komî kolane, Eşref el-Kudra diyar kir ku dibe ku pêvajoya definkirinê çend saetan bidome.

Banga alîkariyê li rêxistinên navneteweyî kirin

Eşref El-Kudra diyar kir ku li nexweşxaneyê 650 nexweş û birîndar, 500 heta 600 personelên tenduristiyê û 5 hezar heta 7 hezar penaber hene û got ku rewşa jiyanê li nexweşxaneyê xerab bûye û ji ber nebûna ceyran sotemeniya ku ji bo xebitandina jeneratoran pêwîst e, av ji bîreke li nexweşxaneyê tê bi awayekî sînorkirî bi destan dihat kişandin. Eşref el-Kudra diyar kir ku xwarin bi temamî qediyaye, banga alîkariyê ji civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan, rakirina dorpêçê û peydakirina sotemeniyê kir.

'Ew her kesî dixe nava xeleka mirinê'

Eşref el-Kudra ku di saetên pêş de li ser rûpela medyaya dîjîtal a wezaretê daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên Îsraîlê nexweşxaneyê bi dijwarî bombebaran û gulebaran kirine. Eşref el-Kudra got: "Tankên Îsraîlê li ber deriyê nexweşxaneyê radiwestin" û wiha berdewam kir: "Dagirkeriya Îsraîlê 2 saetan bombebaranên dijwar û gulebaranên dijwar didomîne, ji her alî ve Navenda Tipê ya Şîfayê dorpêç kiriye û her kesê li vir xistiye çembera mirinê." Eşref el-Kudra diyar kir ku li Nexweşxaneya Şîfayê tîmeke tenduristiyê ya ji hezar û 500 kesî pêk tê û nêzî 7 hezar penaber hene.

Ji nexweşxaneya Qûdisê nexweş û xebatkarên tendirûstiyê hat derxistin

Di daxuyaniya Xaça Sor a Filistînê de hat diyarkirin ku li Zîvala Xezayê nexweşxeneya Qudisê a ku girêdayî wan e nexweş û xebatkarên tendirûstiyê bi neçarî hatine derxistin di berdevamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:” em neçar man ku nexweş, malbatê wan û xebatkarên tendirûstiyê ji nexweşxanê derxînin, rojek bi xeteriyê re tijî bû” Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ku valakirina nexweşxanê piştî ku zêdetirî 10 rojan di bin dorpêça hêzên Îsraîlê de mabû pêk hat û hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê di dema dorpêçê de rê li ber malzemeyên tenduristiyê û alîkariya mirovî ya ji bo nexweşxaneyê girt.

Di daxuyaniyê de li ser rewşa dorpeçê ev agahî hat parvekirin: “Piştî pêvajoyeke metirsîdar ku qutkirina elektrîkê, av û xwarinê diqede, gulebarankirina li kesên li nexweşxaneyê û bombekirina domdar li derdora derdorê pêk tê, peydakirina lênihêrîn û karûbarên bijîşkî yên pêwîst ne gengaz bû.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sewqiyata nexweşan a ji bo dermankirinê ji bo nexweşxaneyên li başûrê Zivala Xezayê dewam dike.

NY: Zêdeyî milyonek kes hewcedarê alîkariyên mirovî ne

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê ya rojane de pirsên rojnamevanan bersivand. Stephane Dujarric got:"Weke hûn jî dizanin, li Xezayê bi sed hezaran, heta ji milyonek zêdetir mirov pêdiviya xwe bi alîkariya mirovî heye. Ji ber vê yekê rewş gelekî xirab e," Stephane Dujarric destnîşan kir ku yek ji hewcedariyên herî lezgîn ên li Xezayê sotemenî ye û got:

"Bê sotemenî, hûn nikarin jeneratoran bixebitînin û elektrîkê bistînin. Bê sotemenî hûn nikarin santralên deşorkirinê bixebitînin, ev tê vê wateyê ku hûn nikarin ava vexwarinê ya paqij bikarbînin. Hûn nikarin bêyî ava vexwarinê ya paqij tevbigerin û hûn nikarin bi vexwarina ava qirêj xwe têxin xeterê. Her wiha hûn nikarin firinê bixebitînin."

'Çopên hişk pirsgirêkek cuda ye ku tenduristiya mirovan tehdîd dike'

Stephane Dujarric diyar kir ku her roj bi tonan bermahiyên hişk ên ku li Xezaya ku sotemeniyê lê nayê peydakirin kom dibe, pirsgirêkek cuda ye ku tenduristiya mirovan tehdîd dike, Stephane Dujarric diyar kir ku pirsgirêk "wek topa berfê" mezin dibin. Stephane Dujarric der barê rewşa mirovî ya li Xezayê de got, "Falaketeke însanî li ber kamerayan, li ber çavên me diqewime."

'Bi hezaran sivîl li herêmên şer mane'

Stephane Dujarric diyar kir ku pirsgirêka sotemeniyê belavkirina alîkariyên ku ji bo Xezayê tên şandin jî zehmet dike û daxuyaniya Midûriyeta Xezeyê ya Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ya NY’yê ya li Xezayê ya ku ji ber ku sotemenî nayê dayîn alîkariyên mirovî wê di nava 48 saetan da raweste bi bîr xist.

Stephane Dujarric, anî ziman ku di vê çarçoveyê de du saziyên hevdû re kar dikirin li herêmê duh dest ji xebatên xwe berdane û got ku  ji ber vê sedemê ava vexwarinê ji 200 hezar kesî re nayê dayîn. Staphane Dujarric bal kişand ku bi hezaran sivîlên ku dixwestin ji bakurê Xezayê biçin herêmên ewle, ji ber westandina sotemeniyê li herêma pevçûnê man.