Tîma jinan a El-Hîlal a Qamişloyê tevlî şampiyoniya Rojavayê Asyayê dibe

Şampiyona Lîgaya Sûriyeyê, tîma futbolê ya jinan a El-Hîlal a Qamişloyê, wek nûnera Sûriyeyê berê xwe dide Şampiyoniya Rojavayê Asyayê ya li Urdunê; tîm sibe ji bo amadekariyan ber bi Şamê ve bi rê dikeve.

Navenda Nûçeyan ـ Piştî ku tîma jinan a futbolê ya El-Hîlal a bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê di meha Nîsana 2026'an de wek şampiyona Lîgaya Sûriyeyê ya Futbolê hat xelatkirin, dê wek nûnera Sûriyeyê beşdarî pêşbirkên Şampiyoniya Rojavayê Asyayê bibe. Ev şampiyon dê li Urdunê di navbera 28'ê Tîrmehê û 5'ê Tebaxê de bê lidarxistin.

Şampiyon dê li ser du koman be

Di şampiyoniyê de dê 6 tîmên ji welatên Rojavayê Asyayê beşdar bibin, ku dê li ser du koman werin dabeşkirin û tîmên di her komê de dê di navbera xwe de hevrikiyê bikin. Koma Yekem klûba El-Îtîhad (Urdun), Klûba Banat (Mîrtiyên Erebî yên Yekbûyî) û Akademiya Beyrûtê ya Futbolê (Lubnan) dihewîne. Koma Duyem El-Hîlal (Sûriye), North Oil (Iraq) û Klûba El-Nasr

Dê sibe Tîma El-Hîlal ji bajarê Qamişlo ber bi Şamê ve biçe

Tîma jinan a El-Hîlal, wek amadekarî ji bo beşdarbûnê, sibe ji bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ber bi Şamê ve bi rê dikeve. Piştî ku 10 rojan li Şamê bimîne, dê ji bo beşdarbûna şampiyoniyê derbasî Urdunê bibe.

Yana yekem a tîma El-Hîlal dê di 28'ê Tîrmehê de li hember Klûba El-Nasr be û lîstika duyem jî dê di 1'ê Tebaxê de li hember tîma North Oil be.