Hefteyeke krîtîk di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de destpêdike

Şanda Îmraliyê ya Partiya DEM’ê ji bo nîqaşkirina qanûna çarçove û amadekariyên nû yên yasayî, roja Çarşemê bi Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş û Efkan Ala re dicive. Li aliyê din, tê payîn ku şande di demeke nêz de serdana Îmraliyê jî bike.

Enqere – Hefteyeke krîtîk di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de destpêkir. Şanda Îmraliyê ya Partiya DEM’ê dê roja Çarşemê bi Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş û Efkan Ala re bicive.

Her çiqas nîqaş li ser çawaniya avakirina çarçoveya yasayî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam dikin jî, bal li ser amadekariyên ku li Parlamentoyê diqewimin jî tê kişandin. Bi nêzîkbûna salvegera yekem a şewitandina çekên Koma Aştî û Civaka Demokratîk di 11’ê Tîrmehê de, hem lezkirina amadekariyên yasayî li Parlamentoyê û hem jî îhtîmala civîneke nû li Îmraliyê vê hefteyê dike yek ji qonaxên herî krîtîk ên pêvajoyê.

‘Divê qanûna çarçove bi Ocalan re bê gotûbêjkirin’

Çavkaniyên Partiya DEM’ê israr dikin ku pêşnûmeya pêşerojê divê gerîlayên tevgera azadiyê yên ku vedigerin nexe kategoriyan û divê Qanûna Çarçove bi heman awayê ku di 24’ê Gulanê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye danûstandin, were rojevê.

Li gorî agahiyên ku berê hatine bidestxistin, tê payîn ku pêşnûme heta roja duşemê bigihîje partiyên siyasî û piştî nîqaşan, dê ji hêla endamên Şanda Îmraliyê ya Partiya DEM’ê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol ve li Îmraliyê ji bo pejirandin û nîqaşê pêşkêşî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were kirin.

Zêdetirî 50’î roj in ku li Îmraliyê hevdîtin çênabin

Ji bilî gotegotên ku di nav partiya desthilatdar de derbarê pêşnûmeya qanûnê de belav dibin, tu agahiyên zelal derbarê pêşnûmeyê de ji siyasetmedaran re nehatine ragihandin û nêzîkî 50’î rojan e ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re yek hevdîtin jî çênebûye.

Berî hevdîtina îmraliyê trafîka dîplomasiyê ya li Enqereyê

Tê payîn ku şanda Îmraliyê vê hefteyê bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê bike. Berî hevdîtinê, çavkaniyên ji Partiya DEM’ê diyar kirin ku endamên şanda Îmraliyê ya Partiya DEM’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê roja Çarşemê bi Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş û Cîgirê Serokê Koma AKP’ê Efkan Ala re hevdîtinê bikin.