Dadgehê xebatên jinan û daxwazên zimanê Kurdî wek ‘sûc’ dîtin

Dadgeha Amedê hinceta cezayê 19 sal û 6 meh girtîgehê yê li ser berdevka berê ya TJA’yê Ayşe Gokkan aşkere kir. Di biryarê de xebatên jinan, daxwazên ji bo zimanê Kurdî û daxuyaniyên li dijî tecrîdê wekî "hêmanên sûc" hatin nîşandan.

AMED – Di biryara bi hincet a berdevka berê ya TJA’yê  Ayşe Gokkan a 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn de, xebatên wê yên jinan, çalakiyên wê yên Kongreya Civaka Demokratîk, daxuyaniyên wê yên li dijî kuştina jinan û tundiyê, daxwazên wê yên derbarê zimanê Kurdî de û gotinên wê yên li ser polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî "hêmanên sûc" hatine nîşandan.

Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê sedema cezayê ku di 19’ê Hezîranê de li berdevka berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" bi tevahî 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da eşkere kir.

Sedem hemû hincet in

Di biryara bi hincet de çalakiyên Ayşe Gokkan ên di nav Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) de, beşdarbûna wê di merasîmên cenazeyan de, axaftinên wê yên li ser kuştina jinan û tundiya li dijî jinan, daxuyaniyên wê yên li ser polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û beşdarbûna wê yên di çalakî û bûyerên cûrbecûr de wekî hêmanên sûc hatine destnîşankirin.

Daxuyaniyên şahidên nakok

Di biryarê de daxuyaniyên Gul Tanriverdî jî hene, ku di sala 2019'an de li Mudûriyeta Polîsan a Agiriyê şahidî kiriye. Li gorî dosyayê, Gul Tanriverdî di îfadeya xwe ya destpêkê de derbarê Gultan Kişanak de tu daxuyanî nedaye. Nêzî 40 rojî şûnda, Gul Tanriverdî dîsa ji bo lêpirsînê hat gazîkirin û vê carê li dijî Gultan Kişanak şahidî kir.

Di biryarê de daxuyaniya Gul Tanriverdi jî wekî delîl hate nîşandan ku Ayşe Gokkan "li Akademiya Şehîd Zîlan perwerdehiya PAJK wergirtiye û ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ji bo meşandina çalakiyên jinan li metropolan hatiye erkdarkirin".

Lê belê, Gul Tanriverdi di rûniştinên Doza Kobanê de di 6-8'ê Cotmehê de bersiva pirsa "Şahidên din gotine ku van siyasetmedaran perwerdehiya leşkerî û siyasî wergirtine. Agahiyên we li ser vê yekê hene?" dabû û gotibû, "Agahiyên min ên wisa nînin. Ger min bizanibûya, min zanibûya ji ber ku hatiye tomarkirin ka kê çi perwerde wergirtiye."

Daxwazên ji bo zimanê Kurdî jî wek sûc hatin dîtin

Her wiha hat îdîa kirin ku daxwazên wê yên li ser zimanê Kurdî û daxuyaniyên wê yên li ser binpêkirinên mafên mirovan  jî wekî "sûc" hatine hesibandin.

'Dilê min rehet e, gel û jin min nadarizîn in'

Ayşe Gokkan, di rûniştina biryarê de diyar kir ku ew ji ber ku Kurd e tê darizandin û wiha vegot: "Dadgehkirin ji bo min ne pir girîng e; dilê min rehet e. Di dawiyê de, gel û jin min nadarizînin."