Tiba edlî der barê sedema mirina Dina de biryara xwe neda

Hat diyarkirin ku der barê mirina bi guman a li Karabukê xwendekara zaningehê Dina a ku ji Gabonê rapora otopsi hate amadekirin. Di raporê de mirina Dina bi cinayet yan jî bi întîharê çêbûye nehat tespîtkirin.

Navenda Nûçeyan- Di 26’ê Adarê de cenazeyê xwendekara zanîngeha Gabonî ya 18 salî Jeannah Danys Dinabongho Ibouanga li Filyos Stream a Karabûkê hatibû dîtin. Di dema ku lêpirsîna der barê mirina Dînayê de didome de kesek jî hat binçavkirin.

Hat destnîşandan ku Rapora Dina ji aliyê saziya adlî tipa Stenbolê hatibû amadekirin hat temamkirin. Di raporê de mirin di nav avê de çêbûye bes ji aliyê kes an jî hinek kesan ve hatiye kirin nehat diyarkirin. Di pirsa mirina Dina de mirin kaza an jî întîhare nehat dayîn.

Dê îtîraz li raporê bê kirin

Balyozxaneya Komara Gabonê ya Enqereyê û parêzerê malbatê Kerîm Bahadir Şeker, diyar kir ku rapora tiba edlî ya bi vî rengî wê ne kêrî lêpirsînê û darizandinê bê û ragihand ku ew ê li hemberî raporê îtîraz bikin. Parêzer bal kişand ser wê yekê ku nîşaneyên xeniqînê nehatine zelalkirin û got, “Tu daxuyanî der barê mirina çend caran û dema derbasbûna di binê avê de nehatiye dayîn. Bi vî awayî em ê îtîrazên xwe li hember vê raporê bikin ku ne di qonaxa lêpirsînê de ne jî di qonaxa dozgeriyê de dikare bibe bingeh ji dadgehê re û ji bo kêmasî û mijarên ku divê bên zelalkirin emê daxwaza temamkirina wan bikin.