Krîza siyasî û aborî bandora xwe li ser bazarê dike

Krîza siyasî û aborî ya li Îranê bandora xwe li ser bazarê dike. Jinên ku herî zêde ji vê rewşê bandor dibin destnîşan dikin ku ger rewş wiha bidome dê rewşa wan nebaş bibe.

ATÊFÊ MERÛFÎ

Tehran- Ji destpêka sala nû de bazara Tehranê rastî rawestan û pirsgirêkan hatiye. Di vê rewşê de, firoşkar di kelûpel peydakirinê de  pirsgirêkan jiyan dikin. Li dikanê kincan de jî, firoşkar ji ber kêmbûna daxwazê ​​û nebûna kelûpelan nikarin cil û bergên nû ji derve bînin û herwiha ji ber  kêmbûna dahata malbatan, mişterî nikarin kincan bikirin.

Piştî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”, Komara Îslamî ya Îranê torên civakî yên weke Instagram û WhatsAppê ku riyên pêwendî yên dikanên biçûk bûne, pêşî lê girtine û vê yekê jî zirarek mezin li ser wan kiriye.

‘Ew kriz wiha berdevam bike wê rewşa me nebaş be’

Nazanin dikanên Plaskoyê de cihê firoşkarê dixebite û ji bo rewşa bazarê got: “Me piştî Newrozê dikan vekir, lê çend roj bûn ku qet firotina me tune bû. Niha jî rewş eynê ye ne guheri ye. Niha bazar bêdeng e. Me bi zorê û heta ku bi zirarê hinek kelûpelên zivistanê di dawiyê de firot û yên mayî jî me tomar kirin. Niha tevî ku me kelûpelên biharê anîne jî, ev çend roj in firotaneke wisa li me re tune ye û divê her mehê em 25 milyon tûman kirê bidin. Eger rewş bi vî awayî bidome teqez wê rewşa me nebaş be."

‘Astengkirina medyaya dîjîtal li ser bazarê bandor dike’

Nazanîn her wiha piştî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” li ser astengkirina medyaya civakî bandora ku li ser firoşgehan kir got: "Komara Îslamî piştî despêkirina serhildana gel, pêşiya torên civakî girt û bû sedema lawazbûna firotina dikanên biçûk li bazarê. astengkirin bûye sedem ku xebatên biçûk û navîn di pêşbaziya malperên ku xwedî veberhênanên bihêzdar û piştgiriyên siyasî û têkiliyên bihêz in, pir lawaz bibin. Niha ev yek bûye sedem ku dikana me bikeve metirsiyeke cidî ya xeteriyê û em nikarin bi mişteriyên  xwe re têkiliyê çê bikin û di dawiyê de jî firotina me gelekî hatiye jêrê. Em berê li ser rûpela Instagramê de çalak bûn û kelûpel bi vê riyê li Mişteriyan didan nasandin, lê niha heta ku tu mişteriyan re biaxivî û daxwazên wan pêk bînî gelek dem dibe ji bo vê jî mişterî berê xwe dan aliyê malperên mezin dema rewş wisa dibe kelopêr di destê me de dimîne û em jêrtir difroşin."

‘Piştî serhildanê di lixwekirina cilê jinan de guherîn çêbû’

Nazanîn piştî serhildanê guhertina cilê jinan yên li xwe dikin jî wiha nirxand: “Piştî serhildana gel ji ber ku jin li Îranê hicaba bizorê xwe nakin, bazara kincan bûye û daxwaza kirîna hîcab û mantoyan kêm bûye. Di encamê de kincfiroş di bazarê de rastî pirsgirêkan hatine û niha hewl didin bi ketina bazara kicên nûjen û li gorî kêfa mişteriyan, kelûpelên xwe yên heyî biguherînin.”

Sîma behsa rewşa xwe ya aborî û serpêhatiyên kirîna xwe dike û dibêje: "Di rewşa heyî de, ez bi giranî pêdiviyên bingehîn berhev dikim. Di nav vê de xwarin, derman û alavên paqijiyê hene. Ji ber zêdebûna nirxan û kêmbûna hêza kirînê ez diçim dikanên mezin û bazarên navendî da ku bi nirxên baştir bikirim.

Ez û hevjîna xwe her du jî dixebitin û tenê zarokeke me heye, lê dîsa jî em bi dijwar debara jiyana xwe derbas dikin. Par me her heyvê 5 milyon tûmen kirê dida û gerewa me jî 100 milyon tûmen bû, lê niha divê em sewa kirêkirinê her heyvê 9 milyon tûmen bidin û divê gerew jî 150 milyon tûmen bibe."