Meclisa Jinan a Beyrûtê hêzkirina bajar û jinan dike armanc
Encumena Jinan a Beyrûtê ji bo jinên ku di pîşeyên cihê de projeyan çêdikin hewcedariyên xelkê li Beyrûtê nas bikin, her wiha bi armanca misogerkirina wekheviya zayendî lêkolînan dikin.
SUSAN EBU GOT
Beyrût – Meclisa Jinan a Beyrûtê ku ji aliyê 9 jinên ji pîşeyên cuda ve di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hatiye avakirin, ji bo destnîşankirina pêwîstiyên gel û dîtina çareseriya pirsgirêkên wan projeyên cuda pêş dixe.
Avakarê meclisê Dr. Helen Şemmas li ser armanc û xebatên meclîsê axivî. Helen Şemmas bal kişand ser girîngiya rola jinan di xebatên civakî de û got, "Bajarê Beyrûtê ji sala 2018'an ve hatiye terikandin. Şaredarî nîne û gel hîs dike ku di navbera wan û meclîsa bajêr de ferq û valahî heye. Di dema krîzê de rola jinan zêdetir derdikeve pêş. Ji ber vê yekê fikra avakirina Meclîsa Jinan a Beyrûtê Xebatên me yên li qadê û tevgera me, vê biryarê da. Ji ber ku şaredarî ji xebatên pêşdebirinê berpirsyar e em ê bişopînin û bişêwirin."
'Me xwest hêza guhertina jinê nîşan bidin'
Helen Şemmas teqezî li ser giringiya berdewamiya projeyên rakirinê kir û got, “Pir girîng e ku encumenek were avakirin ku dê beşdarî nirxandina karên plankirî û qedandî bibe. Di meclîsê de jinên parêzer, endezyar, xebatkarên civakî, mamoste, rêveberî, karsaz, werzîş û pisporên ragihandinê cih digirin. Me armancên xwe danî û armanca me pêşketin û serkeftin e. Di meclîsê de tenê jin cih digirin. Sedema vê jî ew e ku em dixwazin jin hêza guhertinê nîşan bidin.”
'Em dixwazin ji pirsgirêkên gel re çareseriyan bibînin'
Aktîvîsta civakî Rola Şamî jî diyar kir ku ew bi baweriya xwe ya di warê xebatên civakî de ji bo xizmetkirina bajar û welatê xwe tevlî meclîsê bûye û got ku ew jî di nava vî karî de cih digirin. Rola Şamî da zanîn ku wan di civînên xwe yên li Meclîsê de behsa tiştên ku ji bo pêşketina bajarê Beyrûtê pêwîst in kir û got, “Weke Encûmen em şahidê krîzê ne û fikarên me hene. Em dixwazin hewcedariyên gel diyar bikin û ji pirsgirêkên ku dijîn re çareseriyan hilberînin. Ji bo vê jî divê em bi hemû beşên civakê re di nava têkiliyê de bin.”
'Armanca me ew e ku em wê bikin komele'
Rola Şamî da zanîn ku Meclîsa Jinan a Beyrûtê bi gelemperî li paytextê kom dibe, niha 9 jin di meclîsê de cih digirin û wiha gotinê xwe doman: “Lê belê armanca me ew e ku hejmara endamên xwe zêde bikin û bigihînin girseyên berfireh. Em niha dixwazin bibin komele ji bo ku em xizmeta bajarê xwe bidomînin bi wergirtina alîkariyê ji 12 jinên xwedî pisporên cuda, projeyên curbecur û xêrxwazan da ku meclîs di hemû beşan de qada xizmet û şopandinê berfireh bike. Niha em li ser fonên taybet û bexşên xelkê dixebitin.”
'Li ser sîstemên erdnîgarî yên Beyrûtê xebat tên kirin'
Ji aliyê din ve Mîmar Heba Maalouf anî ziman ku meclîs li ser pergalên erdnîgariya bajarê Beyrûtê dixebite û wiha pêde çû: “Ez cihê ku were mudexalekirin nîşan didim û çareseriya peşkeş dikim. Ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan û pêşxistina wan projeyan çêdikin. Rola me wek meclis ew e ku em li ser projeyên curbecur nêrînan ragihînin û bi şaredariyê re din av koordînasyonekî debin. Her wiha bi lêkolînkirina avahiyên ku ji ber erdhejê ber bi hilweşînê ve diçe û kampanyayeke hişyariyê bide destpêkirin, ji bo şaredariya Beyrûtê piştgirî bike. Her wiha divê mirov hay ji xwe hebe ku li cihên giştî jîngehê çawa biparêze. Pêdiviya me bi zagonan jî heye, bi qasî ku pêwîstiya me bi pêkanîna wan heye. Zagon gelek in lê bi rêkûpêk nayên bicihanîn. Em ê di demeke nêz de li ser sê projeyan ji bo pêşketin û birêkûpêkkirina peyarêkan bixebitin û piştre em ê hin projeyan li gorî hewcehî û pêşaniyan destnîşan bikin.”
'Em ji bo wekheviya di navbera zayendan de pêk bînin dixebitin'
Yek ji jinên di meclîsê de dîzaynera modayê Raniya Mexlûf e. Raniye Mexlûf da zanîn ku ew weke Meclîsa Jinan a Beyrûtê girîngiyê didin jinan û wiha lê zede kir: “Em ji bo perwerdekirina civakê û pêkanîna wekheviya di navbera zayendan de dixebitin. Ligel xwendekarên ku di dibistanê de zehmetiyên perwerdehiyê dikişand, min bêtir motîve kir ku ji civakê sûd werbigirim. Bi taybetî ev kom di civaka me û derdora me de heqê xwe nagire. Heya ji destê me hat Em ê hewl bidin ku pirsgirêkên wan ronî bikin. Bi taybetî ji ber ku di civaka me de komeke girîng temsîl dikin, em dixwazin jiyana wan hêsantir bikin û wan vegerînin nav civakê.”
'Em ê ji bo jinên ku di qada hunera destan de dixebitin cihekî vekin'
Raniye Mexlûf, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber ku di warê şêwekariyê de dixebitî bi jinên ku di warê hunera destan de dixebitin re gelek hevdîtin pêk aniye û wiha domand: “Me dît ku pêdiviyên wan ên curbecur hene. Em ê hewl bidin piştgiriya wan bikin. Di her projeya ku em amade dikin de em ê ji bo jinên ku karê destan dikin jî qadekê vekin. Em derfetê didin wan ku berhemên xwe nîşan bidin û li ser wan bixebitin û di warê aborî û civakî de wan xurt bikin.”