Tevî êrişan şaredariya Til Temirê ji bo xizmetek baştir dixebite

Projeyên Şaredariya Gel a Til Temirê yên sala 2024’an ji aliyê Yekitiya Şaredariyan ve hatin erêkirin, di nav 10 projeyan de projeyên çêkirina rê û pirên xetên agir û kolandina 2 bîrên avê jî hene.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - 10 projeyên xizmetguzarî ku dikevin xizmeta civakê ku Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo sala 2024’an pêşniyar kiribû, ji aliyê Yekitiya Şaredariyan ve hat erêkirin. Şaredariya Gel a Til Temirê li gorî pêwîstiyan, îsal girîngî da beşên xizmetguzariyê û projeyên çêkirin û sererastkirina rê, pir, kanalên avê û hwd. Ji lewre 10 projeyên ku dê îsal bikevin meriyetê, wê ji zehmetiyên civakê re hinek bibin çareserî.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di demên pêş de wê projeyên hatine erêkirin, bikevin meriyetê lê dema bidawîbûna wan projeyan nehatiye diyarkirin.

Li ser girîngiya projeyan û cudabûna wê ya îsal jî endezyar Nûr Mihemed ji beşa Hunerî ya Şaredariya Gel ji me re axivî.

Ji Şaredariya Gel ji bo xizmeta civakê 10 proje

Nûr Mihemed got ku Şaredariya Gel behsa projeyên xwe yên xizmetguzarî yên 2024’an kir û wiha domand: "10 projeyên ku dê bikevin xizmeta civakê û pêwîstiyên wan ên sereke yên bikaribin barê wan sivik bikin, îsal em ê li ser bixebitin. Proje ji çêkirina riyên sê gundan bi kevirên spî û çêkirina pira di navbera gundê Benca û Bab El-Xêr ê ku dikevin xeta agir, çêkirina riyên gundên Çiyayê Kizwanan, çêkirin û nûkirina kanala avê li gundê Ub El-Tîna, riya kemberê ya Til Temirê, komîna Şehîd Argêş û komîna Şehîd Îbrahîm a bajar, pêk tên. Her wiha di nava projeyan de jî kolandina 2 bîrên avê li gundê Til Erbûş heye. Bi vê projeyê re em ê bikaribin krîza avê ya ku barê civakê giran kiriye, li herêmê sivik bikin."

Ji rê pir û pirsgirêka avê ya li xeta agir re çareserî

Nûr Mihemed da zanîn ku îsal ew ê girîngiyê bidin çêkirina rê û pirên gundên xeta agir ên rojane rastî êrişên dewleta Tirk tên û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Îsal, wê rê û pirên ku 2 gundên li seranserî xetên agir bi hev ve girê didin, bi taybetî yên di navbera Til Temir-Zirganê de werin çêkirin û sererastkirin. Ruxmî ku êrîş û rewşa ewlehiyê jî xeter e, dîsa projeyên ku me plan kirine, em ê pêk bînin û pêwîstiyên sivîlan bi cih bînin. Em ê riyên xetên agir ên ku ji ber êrîşên hewayî û topbaranê zirar dîtine çêbikin, hemwextî wê jî em ê bikaribin pirsgirêka gihandina avê jî ji wan gundan re çareser bikin."

Nûr Mihemed di dawiya axaftina xwe de got ku ruxmî êrîşên dagirkeriya Tirk û gera balafirên şer û keşfê yên SIHA û IHA wê xebatên wan ji bo xizmeta civakê bidomin.