Li Amedê sê kesên êrişî kafeyê kirin hatin girtin

Li Amedê 3 kesên ku hat tesbîtkirin êrişa çekdarî û bombeyî li dijî 2 kafeyan pêk anîne hatin girtin.

Navenda Nûçeyan- Kesên bi navên V.G., U.Y. û G.Ç. ku di 11’ê Tîrmehê de li Taxa Camîr Kebîr a girdayî navçeya Sûra Amedê bi çekan û bombeyên deng êrişî 2 kafeyan kiribûn hatin girtin.

Piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Her 3 kes ji ber sûcên “Gefxwarin” û “Zirardayîna mal” hatin girtin.