Îsrail êrişî ‘herêma bi ewle’ kir: 90 kesan jiyana xwe ji dest da

Îsraîl êrişî herêma El-Mevasî ku li rojavayê bajarê Han Yuns yê Zîvala Xezayê cih digre ku dîhat îdîakirin ‘bi ewle ye’ kir. Di êrişê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 90.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsrail ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li dijî Zîvala Xezayê berdewam dike. Îsrail herî dawî êrişî herêma El-Mevasî ku weke ‘herêma ewle’ dihat binavkirin kir. 

Wezareta Tendirûstiyê li Xezayê derbarê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane hejmara herî dawî parve kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di êrişên li dijî sivîlên ji cihên xwe bûne li Mevas bi cih bûne de nivê wê jin û zarok di nav de 90 kesan jiyana xwe ji dest dane, 300 kes jî birîndar bûne, di nava birîndaran de ên ku birînên wan giran hene.

‘Komkujiya El-Mevasî berdewamiya qirkirina li dijî gelê Filistînê ye’

Berdevkê serokê dewleta Filistîn û wezîrê Enformasyonê Nebil Ebu Rudeyne derbarê êrişê de daxuyanî da ajansa fermî ya Filistînê WAFA. Wezîr di daxuyaniya xwe de êriş weke ‘komkujî’ bi nav kir û diyar kir ku di êrişa di nav de jin û zarok nêzî 350 kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, berdewamiya qirkirina gelê Filistinî ji destpêka şer heta niha rastî hatine ye. Wezîr di heman demê de ji êrişan DYE berpirs nîşan da, bang li Konseya Ewlehiya Netewên Yekgirtî (BMGK) kir ku ji bo ev komkujî werin rawestandin demildest bikevin nava tevgeran.   

 Ji êrişê DYE berpirs hate dîtin

Serokê Konseya Netewî ya Rêxistina Rizgariya Filistîn (FKO) Ruhî Futuh di daxuyaniya xwe de îfade kir ku li Xezayê çêkerên mirovî di nav de hemû tişt rastî paqijiya etnîk hatine. Sucê ku li Mevasî ku bi sedhezar kesan xwe spasrtine û bi ewleye, yek ji sûcên herî metirsîdar yên di dîrokê de hatine kirine. Ruhî Futuh da zanîn ku her roj bi dehan kes jiyana xwe ji dest didin DYE berpirse û bi bombeyên bi aqil û çekan piştevaniya Îsrail dike. 

Ruhî Futuh got ku ‘komkujiya bi xwîn’ asta sûc ya sîstema dagirkeriya qirker nîşan diden. Hamas di daxuyaniya dayî de wiha got: “Îsrala dagirker, ev ne cara yekeme lîderên Filistînê dikin hedef. Ev derewe piştre hate îsbatkirin.”