141 kes di êrişên Îsraîlê yê li ser ‘herema ewle’ de jiyana xwe ji dest dan

Hejmara kesên ku di êrîşa hewayî ya li ser kampa Filistiniyên bi darê zorê ji cihên xwe bûn xwe lê spartibûn û Îsraîlê îdia dikir ku ‘ewle ye’ jiyana xwe ji dest dan bû 141.

Navenda Nûçeyan - Di êrîşa hewayî ya ku Îsraîlê roja Şemiyê 13’ê Tîrmehê li dijî kampên li herêma El-Mevasî ya bajarê Xan Yûnisê ya girêdayî Zivala Xezayê ku Filistîniyên ku bi zorê ji cih û warên xwe bûne lê diman û Îsraîl îddîa kir ‘bi ewle ye’ hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibe.

Herî kêm 141 kesan jiyana xwe ji dest da

Wezareta Tendirûstiyê ya Xezayê der barê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşên hewayî de herî kêm 141 kesan jiyana xwe ji dest daye, nêzî 400 kes jî birîndar bûne. Wezaretê vê êrîşê weke ‘komkujiyek bêrehm’ pênase kir û destnîşan kir ku cenazeyan rakirine Nexweşxaneya Nasr ya bajarê Xan Yûnisê.

Êrîş di herema ewle de pêk hat

Rayedarê artêşa Îsraîlê got ku ‘êrîş li cîhekî sîvîlan pêk ne hatiye’. Her wiha ranegihand ku herem wek cîhê bi ewle hatiye ragihandin yan ne hatiye ragihandin. Lê belê BBC Verify ku dîmenên piştî êrîşê hatine kişandin lêkolîn kir, piştrast kir ku êrîş li cihekî ku di malpera artêşa Îsraîlê de wekî herêmeke ewle hatiye nîşandan pêk hatiye.

Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê banga 'agirbestê' ji Îsraîlê re kir

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Partiya Karker ê ku piştî hilbijartinên 4'ê Tîrmehê yên li Îngilîstanê dest bi wezîfeyê kir, David Lammy, yekemîn serdana xwe ya Îsraîl û herêmên Filistînê yên dagirbûyî kir.

David Lammy ku bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re hat ba hev banga agirbesteke lezgîn li Xezayê kir û got: "Ez hatim vir ku ji bo agirbestê têbikoşim. Di mehên borî de windahiyên canî gelek e. Divê ev yek raweste." Her wiha got ku divê hemû rehîneyên li Xezayê bên berdan û herikîna alîkariyê ji bo herêmê dubare kir