‘Tevgera gel a li Suweydayê berdewamiya Şoreşa 19'ê Tîrmehê ye’

Cîgira Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Xelîl diyar kir ku tevgera gel a li Suweydayê berdewama Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye û banga berxwedana li dijî rejîmên desthilatdar kir.

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê- Li bajarê Suweydayê yê Sûriyeyê di meha Tebaxê de bi beşdariya piraniya jinan tevgera gel hat destpêkirin. Daxwazên gel ji bo rûxandina hikûmeta Şamê, dadgehkirina Beşar Esed, dabînkirina dadmendî û wekheviyê, başkirina rewşa jiyanê û pêkanîna guhertinên siyasî li hemû deverên Sûriyeyê bû. Xwepêşandanên li Suweydayê di hefteya xwe ya pêncan de berdewam dikin. Di xwepêşandanên aştiyane yên li Meydana Karama de, xwepêşanderan pankartên cuda yên daxwazên xwe yên azadiyê vekirin, banga avakirina Sûriyeya azad û piralî ku hemû mafên Sûriyeyê dihewîne, kirin.

Cîgira Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Xelîl diyar kir ku tevgera gel a li Suweydayê hatiye destpêkirin berdewama Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye û wiha got:

“Pêşketin û bûyerên ku li ser asta Rojhilata Navîn der barê aloziya Sûriyeyê de qewimîn bi navê ‘Bihara Ereb’ hat binavkirin. Bihara Ereb a ku piştî Tûnisê li Misir û Lîbyayê dest pê kir hêvî bi xwe re anî. Lêgerîna gel a demokrasî û azadiyê li her herêma Rojhilata Navîn encam negirt. Di destpêka sala 2011’an de li Sûriyeyê şoreşê dest pê kir lê bi destwerdanên derve ev şoreş li Sûriyeyê veguherî qeyranê. Bihara Ereb a ku Rêber Abdullah Ocalan jê re gotibû ‘Bihara gelan’, gelê Kurd jî bi bandor bû. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku ji bo gelên herêmê bû yekane çavkaniya rizgariyê, di sala 2012’an de dest pê kir. Berdewamkirina Projeya Neteweya Demokratîk heta roja îro ji bo gelên herêmê serkeftineke mezin e.”

‘Şoreşa 19'ê Tîrmehê yek ji destkeftiyên herî girîng e’

Mizgîn Xelîl got: “Gelê Kurd ne gelê yekem e ku li Rojhilata Navîn daxwaza azadiyê dike” û wiha berdewam kir: “Di dîrokê de gelek gelên ku li dijî rejîmên kapîtalîst, otorîter û faşîst daxwaza azadî, wekhevî û demokrasiyê kirine hene. Mînakên vê yekê li Iraq, Afganistan û deverên din hene lê ji bo pêkanîna demokrasiyê nikaribûn guhertinên radîkal çêbikin. Kurdan li Rojava gelek destkeftî bi dest xistin û Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî yek ji destkeftiyên herî girîng bû. Hemû gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên hembêzkirin; projeya neteweya demokratîk û rêveberiya xweser tê jiyanîkirin.”

‘Krîz afirandin û îstîsmar kirin’

Mizgîn Xelîl der barê destwerdana hêzên derve li Sûriyeyê û rola wan a di zêdekirina aloziya vê krîzê de wiha axivî:

"Di vê krîzê de gelek destwerdanên derve bi hinceta çareseriya aloziya Sûriyeyê hatin kirin lê piştî 12 salan em dibînin ku ev welatên destwerdana Sûriyeyê dikin, li şûna çareseriyê aloziyê kûrtir dikin, ji ber ku welatên destwerdana krîzê dikin, welatên otorîter û kapîtalîst in û naxwazin çareseriyek ji pirsgirêka Sûriyeyê re bibînin. Armanca wan ne çareserkirina krîza Sûriyeyê ji bo gelan bû, li gorî berjewendî û siyaseta welatê xwe bi kar anîn.”

‘Hêza çareseriyê Rêveberiya Xweser e’

Mizgîn Xelîl teqez kir ku bêyî berçavgirtina nêrînên gelê Sûriyeyê ne pêkan e ku çareseriyek ji aloziya Sûriyeyê re bê dîtin û got: “Li Astana, Soçî û Cenevreyê gelek civîn ji bo çareserkirina astengiyên li Sûriyeyê pêk anîn, lê bêyî beşdariya gelê Sûriyeyê û bi taybetî xwediyên projeya Netewa Demokratîk di van civînan de dê çawa çareseriyekê bibînin? Ji ber ku ew piştrast in ku Projeya Rêveberiya Xweser dê çareseriya îdeal ji qrîza Sûriyeyê re be, rêveberiyê bi cudakarî û armanca parçekirina Sûriyeyê tewanbar dikin. Ji ber vê yekê jî wan tevlî civînên xwe nakin. Lê cîhan baş dizane ku Rêveberiya Xweser beşek ji xaka Sûriyeyê ye û hêza çareseriyê ye. Em ê Sûriyeyeke azad ava bikin ku wê qrîzê çareser bike.

‘Em bi wan re di nava hevgirtinê de ne’

Mizgîn Xelîl da xuyakirin ku çalakiyên gel ên azadî û demokrasiyê yên li Suweydayê berdewama Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye û got: “Ji nîvê Tebaxê ve, tevgerek giştî li Suweydayê ji hêla Durziyan ve ku xwedî çand û dîrokek kûr in, hate destpêkirin. Herwiha nêzîkbûneke çandî di navbera gelê Durzî û gelê Kurd de heye, ev yek jî dihêle ku bi hev re yekitiyê çêbikin. Helwest û çalakiya wan a rûniştinê ya li dijî bêedaletî û otorîteyê ji bo tevahiya Sûriyeyê gaveke girîng e. Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk em çalakiyên wan ên ji bo azadiyê silav dikin û em bi wan re dinav hevgirtinê de ne.”

‘Em Sûriyeyeya piralîparêz dixwazin’

Mizgîn Xelîl da zanîn ku gelê Suweydayê di dema çalakiya rûniştinê de daxwaza pêkanîna sîstema Rêveberiya Xweser li herêma xwe kirin û wiha got:

"Gelê Sûriyeyê bi giştî çareseriya aloziyê weke projeya Netewa Demokratîk dibîne. Dixwazin heman proje li herêma wan jî were jiyanî kirin. Pankartên ku li Suweydayê hatin vekirin û dirûşmên hatin qîrîn bi giştî yekitiya xaka Sûriyeyê, avakirina Sûriyeke piralîparêz û nenavendî ye. Jinên Suweydayê derketin qadan û daxwaza azadiya wan encama bandorbûna têkoşîn û şoreşa jinan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Suweyda ji bo em bi heman têkoşîn û berxwedanê ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe berdewam bikin gaveke girîng e. Ji bo me gelek bi nirxe ku ji bo bidestxistina azadiyê daketin qadan û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Armanc û prensîbên gelê Suweydayê jî wek ya gelê Efrînê ye. Bi armanca yekitiya bi gelê Efrînê re ku dibin dagirkeriyê de ye pankart vekirin. Ji ber vê yekê divê em gelê Sûriyeyê û jinên Sûriyeyê li dijî rejîmên desthilatdar û otorîter têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin da ku bi hev re nîzameke demokratîk, nenavendî û demokratîk ava bikin. Em Sûriyeyeke piralîparêz dixwazin ku hemû gel û pêkhateyan hembêz bike.”