Bi hunerê şiyarî çêdibe û cihê tundiyê namîne

Seroka Komaleya Têkoşîna ji bo Hemwelatîbûna Wekhev Buşra Abdo anî ziman ku hûner ji bo avakirina hişyariya civakî ya li dijî tundiya li ser jinê amûrekî girîng e û got her ku hişyarî pêş bikeve di nav civakê de dê tundî jî bê redkirin.

HANAN HARITE

Mexrîb – Komaleya Têkoşîna ji bo Hemwelatîbûna Wekhev 4 sal in di mijara tundiya li dijî jinan de bi hûnerê xebatên hişyarkirina civakê dimeşîne. Di çarçoveya kampanyaya ‘Tundiyê Rawestînin’ ya ku komale li hemberî tundiya dîjîtal daye destpêkirin ku di salên dawî de yek ji şêwazên ku jin pê re rû bi rû dimînin e, xebata kûrtefîlma bi navê “Al-Nashba” (Kemîn) ku çîroka jinekî ku ji aliyê mêrê li ser platformên medyayê wî nas kiriye ve bi gef û şantajê re rû bi rû maye tê vegotin, hat pêkanîn. 

Seroka Komaleya Têkoşîna ji bo Hemwelatîbûna Wekhev Buşra Abdo anî ziman ku ji bo ragihandina pirsgirêkên ku jin dijîn û zanakirina civakê hûner rêbazekî bibandor e û destnîşan kir ku li dijî tundiyê ji bo avakirina hişyariyê ew ê hemû qadên hûnerê binirxînin.

‘Huner tevgera mirovan bandor dike’

Buşra Abdo bal lê kişand ku hûnerên dîtbarî yên mîna sînemayê bi taybet li ser civakê bandorekî cidî dike û di berdewaa axaftina xwe de wiha got:

“Bi hunerê hûn hê zûtir digihin raya giştî. Weke kesên ku têdikoşin divê em ji vê rewşê sûdê werbigrin. Cihêkarî, bê edaletî, tundî û netewperestî mirovan bandor dike. Fîlmên ku li dijî her cûre tundiyê bi armanca pêyam dayînê tên çêkirin, di guhertina tevgerên kesan de rasterast bandorê dike. Huner bi hemû şêwazên xwe dema ku bi awayekê ne rasterast şîretan dide bîneran, di heman demê de rehberiyê jî ji wan re dike. Bo nimûne, dema em li ser fîlmên ku pirsgirêka jinan tê de tên vegotin qal dikin, fam dikin ku bîner rasterast peyaman fam dike. Bi qasî ku hişyarî tê avakirin dê nirxên mirovî yên di nav civakê de derkevin holê. Wê demê dê her cûre tundî û sepanên li dijî jinan û zarokên keç bên redkirin.”

‘Huner şibakeyekî bi bandor e’

Buşra Abdo anî ziman ku pêdivî bi hunermendên Mexrîbî heye ku civakê zana bike û li dijî tundiyê têbikoşe û wiha axaftina xwe bidawî kir:

“Bi taybetî di qada sînemayê de pêdivî bi berhemên wisa heye ku xizmeta têkoşîna jinan bike, civakê zana bike. Li dijî her cûre tundiya li ser jinê ango li dijî diyardeya tundiyê ku xwe dispêre zayendparêziya civakî divê hişyariyek giştî bê avakirin. Divê li dibistanan jî li ser vê bingehê perwerde bên dayîn û xwedewan bên zanakirin. Em dixwazin huner bibe şibakeyekî bi bandor û girîng da ku bandorê li pêkhatina guhertina siyasî, civakî û çandî ya tê xwestin bike û ji bo bidestxistina mafên jinan pirsgirêkên jinan bîne ziman.”