Ji zarokên winda yên li Kanadayê mirina 158’ê wan hat tesbîtkirin

Li Kanadayê, têkildarî gorên ku cihê wan nehatiye diyarkirin û zarokên winda derket holê ku 158 ji wan zarokan mirine.

Navenda Nûçeyan- Civaka bi navê The Indigenous Sto: Yo First Nation, têkildarî lêkolîna arşîvê ya der barê dibistaneke şevînî ya girêdayî sê dêrên kevin ên li Kanadayê û nexweşxaneyek herêmî daxuyaniya çapemeniyê da. Di lêkolînê de derket holê ku 158 zarokan ji ber nexweşî, qeza û sedemên nayên zanîn jiyana xwe ji dest dane û hat diyarkirin ku qadên goristanê yên cihê wan nehatiye diyarkirin jî hatine diyarkirin.

Hinek zarok di gorên ‘bênav’ de hatin veşartin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkildarî zarokên winda lêkolîn didomin û hat ragihandin ku ji 70 hezar belgeyên ku ji bo lêkolînê pêdivî bi wan heye tenê nîvê wan ketine dest. Di daxuyaniyê de, bal hat kişandin ku di belgeyan de tesbît bûye ku gelek ji wan zarokan muameleya xirab dîtine, rastî şîdeta zayendî, fizîkî û hestiyarî hatine û hat diyarkirin ku hinek ji wan zarokên ku mirine bêyî agahiya malbata wan di gorên ‘bênav’ de hatine veşartin.

Dema ku hevalên wî bi dizî hatin veşartin bû şahid

Ji kesên ku lêkolîn dikirin Davîd Schaepe, diyar kir ku li gorî agahiyên ji zarokên ku sax mane, hinek ji wan dema ku hevalên wan bi dizî hatine definkirin bûne şahid.

Tiştên hatin jiyîn weke ‘qirkirina çandî hatin pênasekirin’

Dibistanên şevînî yên dêran, bi veqetandin û desteserkirina 150 hezar zarokan ji malbatên wan, ketin rûpelên dîrokê. Di dibistanên şevînî yên dêran de hema bibêje hemû zarok rastî şîdeta zayendî û fizîkî hatibûn. Her wiha li gorî îdayan li ser hinek zarokan cerebeyên tibî hatibûn kirin. Ji bo tiştên di dibistanên şevînî yên dêran de hatine jiyîn derkevin holê di sala 2008’an de Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê hatibû avakirin. Komîsyona ku li Kanadayê hatibû avakirin, li 6 hezar kesên ku di wan dibistanên şevînî de sax mabûn guhdarî kiribû, xebatên xwe di sala 2015'an de temam kiribû. Komîsyona ku rapora 4 hezar rûpelî weşandibû, tiştên hatine jiyîn wekî "qirkirina" pênase kiribû.

Di raporê de hatibû diyarkirin ku ji ber mirina kesan ji aliyê rêveberiyên dêran ve nehatine belgekirin, hejmara zarokên ku di dibistanên şevînî de jiyana xwe ji dest dane, 5 hezar û 995 hatibû tesbîtkirin.