Rapora Girtîgeha Patnosê: 2 girtiyên jin 4 saetan bi bendikê berazan di bin çavan de man

Di rapora der barê îşkenceya li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê de hat amadekirin de, hat diyarkirin ku 2 girtiyên jin ên 4 saetan bi bendikê berazan hatin binçavkirin rastî îşkenceyê hatin û lêpirsîna bi bandor hat xwestin.

Navenda Nûçeyan - Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Piştevaniya bi Girtî û Malbatên Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) û Baroya Wanê, têkildarî binpêkirinên mafan û îşkenceya li girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê pêk tên, civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Wanê Mehtap Işik di civînê de axivî û diyar kir ku di çarçoveya raporê de bi girtiyên bi navê Lale Kabîşen û Nazlican Barişer re hevdîtin hatiye kirin.

‘Pêşî lêdan, piştre bendikê berazan’

Hinek encamên ku di raporê de hatine bidestxistin wiha ne:

 “* Hat diyarkirin ku nêzî 40 cerdevan û yekîneya leşkeran ketine qawîşa jinan û dest bi lêdana girtiyên jin ên navborî kirine. Hat diyarkirin ku girtiyên jin ên ku nêzî 40 deqeyan derb li wan hatiye xistin, piştre bi ‘bendikê berazan’ hatine girêdan û 4 saetan di odeya girtiyan de hatine hiştin.

* Hat diyarkirin ku rêveberên 1.2. û 3. yên saziyê dema li benda girtiyan disekinin, midûriyeta 1’emîn a saziyê berê xwe da girtiyên jin û ji wan re gotiye, ‘yên ku pirsgirêkan ji derve re radigihînin hûn in, ger ku hûn pirsgirêkan ji derve re ragihînin, wê dawiya we ev be’ her wiha, tirsandin, gefxwarin, lêdan, muameleya xerab û zorê li wan kirine. Ji aliyê girtiyan ve hat ragihandin ku ev yek hatiye bikaranîn.

* Hat ragihandin ku dema girtiyên jin dibirin nexweşxaneyê, porê wan hatiye kaşkirin heta wesayîda rîngê ya girtîgehê û bi kelepçeya berovajî birine nexweşxaneyê.

* Li hemberî vê êrişa li dijî girtiyên jin, girtiyên mêr bi rengê lêxistina derî çalakî li dar xistin û di encama vê nerazîbûnê de ji me re hat ragihandin ku der barê hemû girtiyên mêr de 4 lêpirsînên dîsîplînê yên cuda hatine destpêkirin.

*Di hevdîtina bi girtiyan re diyar bû ku di stû û qevdên destên girtiyan de şopa ben heye. Girtî dema ku radibûn û rûdiniştin, êşê dikişandin, bi zehmetî dimeşiyan, nikaribûn dest û bedena xwe hereket bikin, di nava porê wan de hinek cihên birîndar hebûn, li gelek derên bedena wan şopên derbe û şîdetê, reşahî hebûn. Dema ku mirov bi baldarî li şeklê şopa benê li dest û stuyê wan dinêre dibîne ku îdiaya îşkenceya bi bendikê berazê dibe ku rast be, loma divê lêpirsîn bi baldarî were kirin.”

‘Divê bi lez lêpirsîn were destpêkirin’

Mehtap Işik, bal kişand ku li girtîgehê îşkence li girtiyan hatiye kirin û wiha got: “Li girtîgeha Tîpa L a Patnosê êrîş û muameleya li ser jinên girtî, ji pêkanînên ku qedexeya muameleya xirab binpê dike ye. Di zagonên neteweyî û navneteweyî de îşkence weke sûcê li dijî mirovahiyê hatiye diyarkirin û divê kesên ku vê yekê bikin divê bi lêpirsîneke bi bandor werin cezakirin. Ev yek rêgezeke esasî ya hiqûqa dewletê ye.”

Mehtap Işik bi bîr xist ku jinên rastî îşkenceyê hatine jiyana wan di xeterê de ye û xwest lêpirsîneke bi bandor were kirin.