'Têkoşîna me bi ruhê Kobanê berdewam dike'

Jinên Kobanê yên ku bi berxwedana dîrokî ya li dijî DAIŞ’ê ku li cîhanê deng veda hate rizgarkirin, diyar kirin ku ew bi heman biryardariyê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên didomin têdikoşin.

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê – Çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de ji hemû aliyan ve bi çekên giran êrîşî bajarê Kobanê û gundên derdora wê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Şervanên YPG’ê û YPJ’ê di 26’ê Çileya 2015’an de bi berxwedaneke dîrokî bajarê Kobanê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. Şopên berxwedana ku tê de bi sedan sivîl û şervanan jiyana xwe ji dest dan, ji çar aliyê bajêr tê dîtin. Jinên ku beşdarî pêngava azadkirina Kobanê bûne, behsa berxwedana ku dîtine kirin.

'Em bi keça xwe re tevlî berxwedanê bûn'

Semîra Mihemed diyar kir ku bi keça xwe re di bin ala Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de tevlî berxwedanê bûne û wiha behsa van rojê dîrokî kir: "Di vî şerê dîrokî de ez yek ji jinên bi şens bûm. Wê demê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûm. Em ne li eniyên şer bûn, lê belê me şahidiya hemû bûyer û geşedanan kir. YPJ’ê di têkoşîna rizgarkirina bajêr de roleke girîng lîst. Şervanên YPJ’ê bûn hêza yekemîn a parastina hebûn û nasnameya jinê li hemû cîhanê. Çeteyên DAIŞ'ê ku cîhan ji wan tirsiya û gef li mirovahiyê dixwar, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi biryardarî û îradeya jinan têk çû. Hêzên navneteweyî li Mûsil û gelek herêmên Sûriyeyê bi ser neketin, lê DAIŞ di Şoreşa Jinên Rojava de têk çû.

'Ger ne ji şervanan bûna, îro me nedikarî li Kobanê bijîn'

Samîra Mihemed, anî ziman ku gelek kêliyên berxwedanê bandorek mezin li ser wê kiriye û got ku ev yek hêz daye têkoşîn û berxwedana wan. Semîra Mihemed anî ziman ku wan şahidî kir ku çiqas şervan heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan û jiyana xwe ji dest dan û wiha berdevam kir: “Çavê hemû cîhanê li bajarê Kobanê bû. Ger şervan nebûna îro me nedikarî li Kobanê bijîn. Jinên Kobanê jî wê trajediya ku jinên Êzidî li Şengalê dîtin jiyan bikirana."

'Em ê ruhê berxwedanê biparêzin'

Ji jinan Madînat Îbrahîm jî diyar kir ku planên çeteyên DAIŞ'ê yên ku bi desteka dewleta Tirk êrîş pêk anîn bi berxwedana gel û şervanan vala derxist û wiha pê de çû: “Bi êrîşa li ser Kobanê xwestin Kobanê û Kurdan ji holê rakin. Bi berxwedan û fedekariya şervanên YPG/YPJ’ê Kobanê hate rizgarkirin. Ji çar aliyên Kurdistanê piştgirî hat. Têkoşîna gelê Kurd a di kelha berxwedanê de hemû Kurd kir yek.”

Medîne Îbrahîm anî ziman ku berxwedaniya li hember çeteyên DAIŞ’ê hat kirin divê li hember dewleta Tirk jî berdevam bike  û wiha li ser zêde kir: "Em weke jin li ber xwe didin. Em jin li hemberî êrîşên ku ewlekarî û aramiya herêmên me dixe xeteriyê çawa ku bi ruhê berxwedanê yê ku Kobanê azad kir emê wisa jî biparêzin n. Çawa ku me Kobanê azad kir, em ê hemû herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin jî azad bikin.

'Rûyê rastîn ê dewleta Tirk eşkere bû'

Hevseroka Meclisa Kobanê Makbula Bakî jî diyar kir ku ji sala 2014'an û vir ve gefên li Kobanê tên kirin di bin metirsiyê de ye. Makbula Bakî da xuyakirin ku dewleta Tirk bi komkirina çeteyên weke Artêşa Azad û Eniya El Nûsra hewl dide hesreta demokrasiyê ya gelan ji holê rake û got: "Dewleta Tirk a ku sînorên xwe ji DAIŞ'ê re vekir, fînanse kir. Dewleta Tirk bi armanca tasfiyekirina bajarê Kobanê ku yekem car Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hat Sûriyeyê û Şoreşa Jinê ya Rojava, ji holê rake. Lê dema ku çete bi berxwedanê têk çûn, rûyê rastî yê dewleta Tirk derket holê.

'Ger gelê Kurd li ber xwe nedaba wê birdoziyên paşverû li cîhanê belav bibûna'

Makbula Bakî, anî ziman ku şerê Kobanê bûyera herî girîng a sedsala 21'an e û wiha dawî li gotinên xwe anî:

“Dema ku 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin, berxwedana Kobanê bû mijara gelek fîlm, belgefîlm û bernameyan. Her wiha gelek stran li ser berxwedana Kobanê hatin çêkirin. Bi vê boneyê em bang li welatên ku piştgiriyê didin me dikin ku êrîşa çeteyên DAIŞ’ê pûç bikin û ji holê rakin. Em dixwazin îro bi me re bin û dawî li binpêkirinên mafan bînin. Ger gelê Kurd li Kobanê li dijî DAIŞ’ê li ber xwe nedaba, îro van hêzên tarî wê birdozî xwe ya paşverû li hemû cîhanê belav bikira. Dagirkeriya dewleta Tirk berdewam dike û em dibînin ku gelek welatên garantor li hemberî van binpêkirinan bêdeng in."