Jinên Êzidî di çarçoveya pêngavê de dest bi nivîsandina nameyan kirin

Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li seranserê Şengalê di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ ji aliyê jinan ve ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re name tên nivîsandin.

Şengal-Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ li seranserê Şengalê di nava hemû pêkhateyan de hemleya nivîsandina nameyan da destpêkirin. Jin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nameyan dinivîsînin. Jinên Şengalê di van nameyan de raman û hesreta xwe, rewşa xwe, gavên ku avêtine û armancên xwe bi zimanekî xwerû dinivîsînin.

Li ser mijarê endamên Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji me re axivîn, behsa armanc, pêwistî û girîngiya nivîsandina nameyan kirin.

‘Bi fikrên Rêber Apo me zincîrên koletiyê qetand’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel da zanîn ku erk û berpirsiyariya wan a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çi be ew ê bikin û wiha got: “Hest û nêrînên me yên li hemberî serokatî pir cuda ne. Ji ber ku weke jinên Êzidî me xwe bi fikir û felsefeya wî gihand vê astê û zincîrên koletiyê qetand. Em dixwazin weke jinên Êzidî piştgirî bidin serokatî û tişta ku dikeve ser milên me bikin. Em dixwazin agahî ji serokatî bigrin û pê re li Şengalê, li Çiyayê Çilmêra azad bijîn. Weke jinên Êzidî hêvî û daxwaza me ji hemû cîhanê ew e ku xwedî li serokatî derkevin û wî ji nav çar dîwaran derxin. Mayîna însanekî bi vî rengî di nava çar dîwaran de, tecrîd û îşkence tiştên dijqanûnî ne û ne însanî ne. Em dixwazin CPT, saziyên mafên mirovan û dewletên navneteweyî bi erkên xwe rabin.

‘Dem dema azadiyê ye’

Neam Bedel bang li her kesê kir ku li Abdulah Ocalan xwedî derkevin û da zanîn ku hêviya wan ew e nameyên nivîsandine biçin ber destên wî û wiha got: “Em dixwazin agahî ji Serokatî bê girtin, nameyên ku me nivîsandî bigihêje ber destê Serokatî û bi çavên xwe nameyên jinên Êzidî bibîne. Hêvî û daxwazên me ji miletê me jî heye wek civaka Êzidî rabin ser piyan û xwedî lê derkevin, li hemberî hemû êrîşan dengê xwe bigihîjînin cîhanê. Dem dema azadiyê ye, dem dema azadiya serokatî ye. Bê serok jiyan nabe.”

‘Me hestên xwe anîn ziman’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo jî bal kişand ser nameyên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nivîsandine û wiha got: “Me hestên xwe yên li hemberî rêbertî bi nivîskî jî anî ziman lê em çi bêjin jî kêm e. Beriya fermanê wek dayikên Êzidî em di nava çar dîwaran de bûn, me ji fikir û felsefeyê fam nedikir, me nizanibû rêxistin û siyaset çi ye. Lê piştî fermanê hemû keç û xortên Êzidî ku ev fikir û felsefe fem kirin dikarin xwe îfade bikin, bi rêxistin bikin. Bi rastî jî berê ne wisa bû, em nikaribûn xwe îfade bikin û bersivê bidin dijmin. Lê niha her jineke Êzidî dikare bersiva dijmin bide û li hember bisekine.”

‘Êdî bes e’

Şemê Remo di dawiya axaftina xwe de bang li saziyên mafên mirovan kir ku bêdeng nemînin û wiha pê de çû: “Em bang li CPT û saziyên mafên mirovan dikin û dibêjin ku bes e divê êdî serokatî derkeve û di nav miletê xwe de bijî. Li cîhanê ew însanên ku serokatî neditîne û tenê fikir û felsefeya wî nas kirine jî azadiya wî dixwazin. Em jî weke jinên Êzidî çawa di tengasiyê de bi fikir û felsefeya wî xwe bi rêxistin dikin û Şengaleke nû ava dikin, azadiya serokatî dixwazin. Wek jinên Êzidî em dibêjin êdî bes e ev tecrîda li ser serokatî bila rabe.”