Parlamenter Bae Hyun-Jin rastî êrîşa bi kevir hat

Parlamenter Bae Hyun-Jin a li Koreya Başûr ku di êrîşa bi kevir a li kolanê rast hat de gelek caran bi kevir li serê wê hatiye xistin, hat diyarkirin ku xetara jiyana wê tune ye. Hat diyarkirin ku kesê êrîş kiriye 15 salî ye.

Navenda Nûçeyan- Li Koreya Başûr parlamentera Partiya Hêza Gel a di desthilatdariyê de Bae Hyun-Jin duh li herêma Gangnam a paytext Seulê li kolanê rastî êrîşek hat. Bae Hyun-Jin a ku gelek caran bi kevirê li serê wê hate xistin, rakirin nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku metirsiya jiyanê ya Bae Hyun-Jin a ku li nexweşxaneyê tê dermankirin, tune ye.

Alîkara Bae Hyun-Jin, da zanîn ku kesekî peya nêzikî parlamenterê bûye û pirsa; "Tu parlamenter Bae Hyun-Jin î?" jê kiriye, piştî ku bersiv girtiye bi kevirek bi qasî kulmekî mezin çend caran li pişta serê parlamenter xistiye.

Îdia kir ku bêhemdî êrîş kiriye!

Li gorî nûçeya ajansa Yonhapê; hat diyarkirin ku kesê êrîş kiriye 15 salî ye û di dema bûyerê de hatiye binçavkirin. Hat ragihandin ku kesê 15 salî yê êrîş pêk aniye di îfadeya xwe de îdia kiriye ku bûyer “bêhemdî” pêk hatiye û dema bûyer pêk hatiye ji ber depresyona ku dijî, li ber klînîka psîkiyatriyê li benda dora xwe bûye. Hat diyarkirin ku kesê êrîş kiriye di îfadeya xwe de diyar kiriye ku hilgirtina kevir jê re bûye ‘hînbûyînek.’