Baroya Amedê: Li dijî zarokên keç îşkence û muameleya xerab hatiye kirin

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, têkildarî îdiaya “li dijî zarokên keç binpêkirin tên kirin” a li Girtîgeha Jinan a Amedê raporek amade kir û da zanîn ku li dijî zarokên keç îşkence û muameleya xerab hatiye kirin û mehremiyeta wan hatiye binpêkirin.

Amed- Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê têkildarî îdiaya “li dijî zarokên keç binpêkirin tên kirin” a li Girtîgeha Jinan a Amedê raporek amade kir. Rapor bi daxuyaniyekê hat eşkerekirin. Daxuyanî li Baroya Amedê hate dayîn.

‘Mehremiyeta wan hatiye binpêkirin’

Sekretera Navenda Binpêkirina Mafên Zarokan a Baroya Amedê Buşra Guger di daxuyaniyê de got ku wan di çarçoveya amadekirina raporê de di navbera mehên Îlona 2023’yan û Çileya 2024’an de bi 9 zarokên keç re 15 hevdîtin kirine. Buşra Guger, da zanîn ku gotinên zarokan hev digrin û wiha got: “Di hevdîtinan de em gihîştin wê qenaetê ku li dijî zarokan îşkence û muameleya xerab hatiye kirin, mehremiyeta wan hatiye binpêkirin, mafên wan ên xwarin, vexwarin, ragihandin, agahîgirtin, tevlibûna xebatên navxweyî yên saziyê, xizmetên tenduristiyê û tedawiyê, daxwazname û mafê agahîgirtinê hatine binpêkirin. Her wiha hat tesbîtkirin ku sepanên li dijî zarokan li dijî mewzûat û rûmeta mirovahiyê ne.”

‘Lêgerîna tazî li girtîgehê bi awayeke pergalî tê kirin’

Buşra Guger anî ziman ku zarokan gotiye rastî lêgerîna tazî tên û gotinên zarokan hev digrin. Buşra Guger, diyar kir ku di hevdîtinan de hîn bûne ku lêgerîna tazî li girtîgehê bi awayeke sîstematîk tê kirin û ev agahî parve kir: “Di serî de mehremiyet, gelek mafên zarokan tên binpêkirin. Personel, li dijî binpêkirinên mafan li gorî mewzûatê tevnagerin. Me têkildarî lêgerîna tazî û xisûsên muameleyên din pêvajoya hiqûqî daye destpêkirin û vê pêvajoyê dişopînin. Dema zarokan dibin nexweşxaneyê, destên wan kelemçe dikin. Ev rewş êdî veguheriye sepaneke sîstematîk, li gorî mewzûatên neteweyî û navneteweyî tevnagerin.”

‘Li her qawîşekê 11 zarok tên girtin’

Buşra Guger destnîşan kir ku zarok li girtîgehên ji bo jinan hatine çêkirin tên ragirtin û wiha pê de çû: “Ev yek jî rê li ber binpêkirinên mafan vedike. Li her qawîşekê 11 zarok tên ragirtin. Qawîş baş nayên germkirin. Ji bo paqijiya qawîşê bi qasî tê xwestin amûrên hîjyenê nayên dayîn. Ji bo paqijiya şexsî û hîjyenê bi qasî tê xwestin amûran nadin zarokan û ji ber ku tiştên li kantînê pir biha ne, zarok di nava tunebûnê de dijîn.”

‘Em ê pêvajoya qanûnî ya hatiye destpêkirin bişopînin’

Buşra Guger, got ku li girtîgehê pirsgirêka xwarin û vexwarinê jî heye û wiha bi dawî kir: “Bêparhiştina zarokan ji azadiya xwe, ji hêla ruhî û fîzîkî ve bandorên neyînî li ser wan çêdike. Bi qasî tê xwestin nikarin bilîzin. Li qadên weke pirtûkxane û xebata dersê bi kesên ji sûcên cuda û di temenê mezin de rû bi rû dimînin. Her wiha ji qada xwe ya civakî bêpar in lewma zarok nikarin bi awayekî bi tendurist mezin bibin. Divê ji bo zarokên di girtîgehan de modeleke nû ya înfazê ya alternatîf were afirandin ku zarok ji azadiya xwe bêpar neyên hiştin. Me pêşniyara vê kir. Em li dijî hemû binpêkirinên mafan in. Em ê pêvajoya qanûnî ya hatiye destpêkirin bişopînin.”