Têkiliya Xezayê bi cîhanê re qut bû

Îsraîlê ji şeva borî ve êrîşên xwe yên li dijî Xezayê dijwartir kiriye. Têkiliya Xezayê bi cîhanê re qut bûye, ji rêxistinên navneteweyî li pey hev daxuyaniyên bi fikar tên dayîn.

Navenda Nûçeyan – Artêşa Îsraîlê duh di saetên şevê de êrîşên li dijî Xezayê dijwartir kirin. Tê diyarkirin ku êrîşên niha ji berê zêdetir û dijwartir in. Îsraîlê hê jî der barê êrîşeke berfireh a bejayî de daxuyanî nedaye lê belê êrîşên bejahî berfireh kirine. Di daxuyaniya Îsraîlê de hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê hê li herêmê ne. Agahiyên ku ji herêma Bakurê Zivala Xezayê ji Beyt Hanun tên nîşan didin ku êrîşên dijwar ber bi başûr ve zêde bûne.

Ji ber êrîşên dijwar ên Îsraîlê xeta li herêmê ya telefon û înternete bi temamî qut bûye. Ji ber tunebûna kehrebeyê tîmên parastinê û ambulans nikarin xwe bigihîjînin herêma lı êrîş lê çêdibin û hat zanîn ku der barê mirî û birîndaran de tu agahî nehatine girtin. Wezareta tendurustiya Filistînê têkildarî Xezayê di parvekirina herî dawî de hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê de li Xezayê jiyana xwe ji dest dane 3 hezar û 38 zarok, 1726 jê jin û 414 pîr û kal jî di nav de bûye 7 hezar û 326’an, 18 hezar û 967 kes jî birîndar bûne.

Li Şeriaya Rojava di êrîşa hêzên Îsraîlê û şêniyên Yahûdî de 110 Filistînî mirin, zêdetirî 1900 kes jî birîndar bûne. Li herêmên şer di bombebarana Îsraîlê de 25 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan, li sînorê Îsrail- Lubnanê de ji 9’ê Cotmehê heta niha ji tevgera Cîhad a îslamê 6, ji Hamasê 3, ji endamên tugaya têkoşîna Sunni ku Hizbulah piştgirî dike 2 kes mirin, yek jê rojnameger, 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 

Îsraîl ji hewa ji derya û bejahiyê ve êrîş dike

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî di daxuyaniya herî dawî de aşkere kir ku hêzên parastina Îsraîlê ketine Zivala Xezayê, êrîşên xwe yên hewayî û deryayî bi yên bejahî berfireh kirine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di heman demê de êrîşa Îsraîlê êrîşî binesaziyên girêdayî Hizbullahê kir. Li aliyê din li gorî nûçeya ku di ajansa Reutersê de hat weşandin wê Îsraîl destur bide malzemeyên xwarin, vexwarin û derman derbasî Xezayê bibin. Lê belê der barê destûrdayîna alîkariyan de hê jî di nûçeyan de nehatiye dayîn.

Malbatên kesên dîlgirtî daxuyanî dan

Malbatên kesên dîlgitî yên li Xezayê tên girtin diyar kirin ku şeva din bombebarana Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê dijwar bûyî şevê di nava fikarên mezin de derbas kirine û vê sibehê daxuyanî dan banga havdîtina demildest li serokê parastina Îsraîlê û endamên kabîneya şer kirin. Malbatan diyar kirin ku tevgera bejahî rewşa 229 kesên dîlgirtî xistiye metirsiyê.

RTC xwe nagîhen kesê

Bi dijwarbûna êrîşan re têkiliya bi Xezayê re bi temamî qut bû. Dîrektorê giştî yê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (RTC) Tedros Adhanim Ghebreyesus di daxuyaniya ku li ser medyaya dijîtal da de got: “Nûçeyên êrîşa dijwar a bombebarana li dijî Xezayê dilê mirov diêşînin. Di nava van şert û mercan de tehliyekirina nexweşan û dîtina cihekî bi ewle ne gengaz e. Her wiha gihandina ambulansê ji bo birîndaran, hema bibêje ne gengaz e.” Di parevekirina der barê xebatên tendirustiyê yên li Xeza û navendan de nirxandin kir û wiha got: “Em hê jî nikarin xwe bigihîjî nin xebatkarên xwe û tesîsên tendirustiyê. Em ji ewlehiya wan bi fikar in.” RTC bang li hemû kesên ku xwedî hêza îsrarakirina agirbestê ne kir ku bikevin nava tevgerê.

Ji Tirkiye jî Kizilayê daxuyanî da di parvekirina li ser medyaya dîjîtal de diyar kir ku têkilî bi tîmên xwecihî yên Kizilayê li Xezayê dixebitin re nemaye.

Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî: Belgekirina sûcên şer zehmet bû

Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî di daxuyaniyê de diyar kir ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê xeta sabit a, telefon û têkiliya înternetê bi temamî qut bûye û wiha got: “Ev agahiyên bi fikar, ên li ser binpêkirina sûcên şer li Xezayê li dijî Filistîniyan ji bo xwegihandina belgekirina binpêkirinan zehmetir kiriye.” Rêxistinê da zanîn ku têkiliya bi xebatên li herêmê re bi temamî qut bûye û banga agirbesta demildest li Xezayê nû kirin.

Hedefgirtina rojnamegeran polîtîkayeke sîstematîk e

Di daxuyaniya nivîski ya Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê de hişyarî hat kirin ku qutkirina înternet, xizmeta telefonê li Xezayê ji aliyê Îsraîlê ve tê wê wateyê ku li hemberî rojnamegeran wê komkojiyek bê kirin. Her wiha hat diyarkirin ku di êrîşan de zêdetirî 20 rojnameger hatin kuştin û malbatên wan jî hatin qetilkirin, da zanîn ku ji bo astengkirina sûcên tên kirin belavî cîhanê bikin bi biryarek fermî re di çarçoveya polîtikayek sîstematîk tê kirin. Di daxuyaniya ku bang li hemû saziyên navneteweyî yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) de banga rewestandina êrîşan hat kirin.