Endama Meclîsa Partiyê ya HEDEP’ê Hulya Ateş hat berdan

Endama Meclîsa Partiyê ya HEDEP’ê Hulya Ateş ku bi hinceta parvekirinên wê yên li ser medyaya dîjîtal hatibû binçavkirin, hate berdan.

Navenda Nûçeyan – Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (HEDEP) Hulya Ateş ku îro danê sibê li navçeya Îskenderûn a Hatayê di serdegirtina mala wê de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin, serbest hat berdan.

Hat zanîn ku Hulya Ateş ji ber parvekirinên medyaya dîjîtal bi îdiaya ‘porapaganda rêxistinê kiriye’ hatiye binçavkirin û wê birine Midûriyeta Polîsan a Îskenderûnê.