Endama Meclîsa Partiyê ya HEDEP’ê Hulya Ateş hat binçavkirin

Endama Meclîsa Partiyê ya HEDEP’ê Hulya Ateş ji ber ku parvekirinên wê yên li ser medyaya dîjîtal weke hincet hatin nîşandan, hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Polîsan serê sibehê bi ser mala endama Meclisa Partiyê ya HEDEP’ê Hulya Ateş a li navçeya Îskenderûna Hatayê ve girtin. Polîsan piştî li malê lêgerîn kirin, Hulya Ateş xistin binçavan.

Hat zanîn ku Hulya Ateş ji ber parvekirinên medyaya dîjîtal bi îdiaya ‘porapaganda rêxistinê kiriye’ hatiye binçavkirin û wê birine Midûriyeta Polîsan a Îskenderûnê.