Armîta Ground piştî 28 rojan di komayê de jiyana xwe ji dest da

Armîta Ground a ku bi hinceta cil û bergên wê li gorî olê nebûne rastî îşkenceyê hatibû û 28 roj bûn di komayê de bû jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Nûçeyan – Li Tehrana paytexta Îranê, Armîta Ground a 16 salî dema ku dixwest bi hevalên xwe re li metroyê siwar bibe, ji aliyê hêzên girêdayî hikûmeta Îranê ve bi hinceta binpêkirina cil û bergên îslamî, rastî îşkenceyê hat. Her wiha kêliyên lêdana wê ji aliyê kamerayên li rawestgeha metroyê ve hatin girtin.

Armîta Ground ji ber lêdanê rakirin Nexweşxaneya Fecrê ya Tehranê. Nêzî hefteyek berê jî hatibû diyarkirin ku mêjiyê wê miriye.

Hat ragihandin ku Armîta Ground di şerê xwe yê 28 rojan de jiyana xwe ji dest daye.