Jinên Kurd, Ereb, Suryan: Azadiya Rêber Apo azadiya hemu gelan e

Jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan helwesta xwe anîn ziman û gotin ku dewleta tirk bi girankirina tecrîdê êrîşên xwe li ser gelê azadîxwaz û nasnameya jinan zêdetir dike.

VIYAN AMED

Qamişlo – Dewleta tirk ji bo gelê daxwaza azadiyê dikin, nebin xwedî nasname hemû rêbazên êrîşan bi rê ve dibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navdewletî hat dîlgirtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. 25 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ye û niha jî tecrîdeke girankirî li ser heye. Li dijî komplo û tecrîda girankirî gelê Kurd û dostên wan li hemû aliyên Kurdistan û derveyî welat di nava çalakiyan de ne û ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dadikevin qadan.

Der barê fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser jinan û di heman demê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan nêrînên xwe parve kirin.

‘Jinan bi saya Rêber Apo xwe nas kirin’

Cemîla Evdo ya dayîkek  Kurd e da zanîn ku jinan bi fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rastiya xwe nas kirinr û got: “Xwedîderketina li Rêber Apo, xwedîderketina li nasname û hebûna jinan e. Rêber Apo ji bo jinan gelek ked daye, îro li Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinan pêk hat. Rêber Apo rê ji jinan re vekir ku ji bo hebûn û nasnameya xwe têbikoşin. Jin êdî rastiya desthilatdariyê dizanin û ji bo ku bikaribin nasnameya tevahî jinan biparêzin riya berxwedanê hildibijêrin. Wek jin em ketin wê ferqê ku nasnameyek me heye û em gelek bi hêz in. Bihêzbûna jinan li dijî berjewendiyên desthilatdariyê ye loma di hemû şer û êrîşan de destpêkê jinan hedef digrin. Zanista civak û jinan tê wateya tunebûna hêzên desthilatdar loma bi komployeke navdewletî Rêber Apo dîl girtin ji bo ku jin bi hêz nebin û nasnameya xwe nas nekin. Beriya Rêber Apo nasnameya jinan tunebû, bi Rêber Apo re jin dikaribûn kevneşopiya civakê ya feodal bişkînin û pey doza azadiyê bikevin. Em dikarin bibêjin ku Rêber Apo me ji nû ve zindî kir û heta niha jî em li pey doza xwe dimeşin.”

‘Li dijî tecrîdê têbikoşin’

Cemîla Evdo bang li hemû kesan kir ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin û got: “Dewleta tirk bi komplo û tecrîda girankirî li ser Rêber Apo, dixwaze me ji Rêber Apo qut bike lê dijmin çi plan û siyasetan bike jî nikare me ji Rêbertiyê veqetîne. Bi ked û hewldana Rêber Apo re li ser axa Rojavayê Kurdistanê şoreş pêk hat û navê şoreşa me jî bû şoreşa jinan. Pêkhatina şoreşa jinan, naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo bû. Jin bi şoreşê re ji nû ve xwe zindî kir û pêşengiya pergala neteweya demokratîk kir. Rêber Apo, rêberek cîhanî ye û ji bo hemû neteweyan têdikoşe. Gelek ji neteweyên cuda û biyanî şehîdên me hene ku nîşan dide Rêber Apo, rêberek neteweyî ye. Îro jî dewleta tirk a dagirker bi awayekî hov êrîşî hebûn û nasnameya Kurdan dike, armanca van êrîşan ew e ku desthilatdariya xwe berdewam bike. Ji bo ku desthilatdariya xwe bidome, tecrîd giran dike û nahêle agahiyek ji Rêber Apo were standin. Em weke jin tu caran zilim û zordariya dewleta tirk qebûl nakin û em ê li hemberî hemû cure êrîşên wan têbikoşin. Banga min ji her kesê ku azadî û demokrasiyê dixwazin ew e ku li hemberî tecrîdê asta têkoşînê mezin bikin û em azadiya fizîkî yê Rêber Apo misoger bikin.”

‘Tu sînor nakeve navbera me û Rêber Apo’

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima Hesen El-Casim ku ji bajêre Qamişloyê û ji pêkhateya Ereb e wiha fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser jinan pênase dike: "Fikir û ramanên Rêber Apo riya rizgariya hemû jin û gelên bindest e. Em jin û gel wî weke tava ku gerdûnê ronî dike, dihesibînin. Em weke gel bi saya fikrên Rêber Apo, di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wekheviya gelan dijîn. Rêber Apo bi felsefeya xwe ya azad di dil û mêjiyê me de cih girtiye. Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî jinên Ereb ji aliye civakê ve dihat biçûkxistin û tepisandin lê bi ramanên Rêber Apo re me kesayeta xwe zêdetir nas kir û fêm kir. Piştî şoreşa Rojava bi saya fikrên Rêber Apo jin li hemû qadan di jiyanê de rola xwe bi cih tînin. Ramanên Rêber Apo bandorê li hemû gelên li herêmê kir û di heman demê de pêwîstiya tevahî Rojhilata Navîn bi felsefeya Rêber Apo heye. Rêber Apo 24 sal in li Girava Îmraliyê di nava tecrîda giran de ye. Divê hemû gel ji bo azadiya Rêber Apo li ser piyan bin. Abdullah Ocalan tevî ku di girtîgeha Tirkiyeyê de ye fikir û ramanên wî ji hemû dîwar û sînoran derbas bûne û gihîştine me. Di navbera me û Rêber Apo de tu diwar û sînor nikare bibe astang. Em weke jin û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza azadkirina Rêber Apo dikin û em soz didin ku bi hemû hêza xwe fikir û felsefeya Rêber Apo bişopînin û heta dawiyê li hemberî desthilataran têbikoşin."

‘Azadiya Rêber Apo azadiya hemu gelan e'

Endama Koordînasyona Rêveberiya Yekitiya Jinên Suryan a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gorcêt Bersûm nêrîna xwe ya der berê fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wiha anî ziman: “Em weke jinên Bakur û Rojhilate Sûriyeyê û bi taybetî jinên Suryan ji şoreşa jinan hêzê digrin û ber bi azadiya xwe ve dimeşin. Me bi şoreşa jinan re destkeftiyên mezin bi dest xistin. Her wiha bi fikir û felsefeya Rêber Apo re hêz û îradeya me peşengî ji cîhanê re kir. Rêber Apo ji bo hemû jinan ronahî ye, ji ber ku me bi fikra wî dikaribû weke jin zêdetir xwe azad bikin û bi pêş bixin. Me xwe bi ramanên Rêber Apo re nas kir lê mixabin Rêber Apo 24 sal in di nava greva Îmraliyê de dîl girtiye. Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo hilweşandina pergala Îmraliye, şikandina tecrîdê û pûçkirina komploya navneteweyî erk û berpirsyariya xwe rakin. Bi azadiya Rêbertî wê hemû gel azad bibin. Bi dengê wekheviya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de em banga azadiya fizîkî ya Rêber Apo dikin."