Pervîn Buldan bang li hikûmetê kir: Nebin asteng û sî

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li herêma erdhejê bang li Serokomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan kir û wiha got, "Kesên ku alîkariyê dikin asteng nekin, nebin sî.”

Dîlok - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, piştî ziyaret û çavderiyê xwe yên li mexdûrên erdhejê yên li navçeya Îslahiye ya Dîlokê ku herêma erdhejê ye, daxuyanî da.

‘Mirovên di bin xirabeyan de li benda rizgarkirinê ne’

Pervîn Buldan anî ziman ku, tevî 11 roj ser erdhejê derbas bûye jî, hêj mirov di bin xirabeyan de li benda rizgarkirinê ne û wiha axivî: 

“Me agahiya ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek avahî hilweşiyane û hêj jî mirov di bin xirabeyan de li benda rizgarkirinê ne girt. Her çend ev hejmar ne fermî be jî wek du hezar tê diyarkirin, lê em dizanin ku hejmara miriyan ji vê hejmarê gelek zêdetir e. Em dizanin ku hê jî gelek mirov di bin kavilan de ne. Ji ber vê yekê girîng e kesên di bin kavilan de di zûtirîn demê de bên rizgarkirin û piştre xebatên rakirina kavilan bên kirin. Xebatên ku dê zirarê bidin yekrêziya laş divê neyê kirin. Mirovên me yên birîndar hene. Ez ji bo wan şîfayê lezgîn dixwazim."

'Li şûna îstifa bikin tiliyên xwe dihejînin'

Pervîn Buldan, diyar kir ku ji roja ewil a erdhejê ve li qadan in û wiha axivî:  “Em wek HDP’ê 11 roj in li herêmên erdhejê serdana xelkê xwe dikin û em dibin hevxemên êş û karesata hatiye serê wan. Em hewl didin birînên xelkê xwe bipêçin. Lê du sê rojên ewil ên erdhejê îktidara AKP-MHP’ê ku li tu cihî xuya nekir, di rojên dawî de derket holê û alîkariyan me asteng dike. Me dît ku îktidar ji alîkariya HDP û pêkhateyên wê, rêxistinên sivîl û bi milyonan gelê me û dilxwazan re bû asteng. Helbet ev wêne wek tabloyek reş derbasî dîroka Tirkiyeyê bû. Wêneyê ku 20 sal in ka çawa welat bi rê ve dibin derket holê. Em di hemû karesatan de bi zîhniyetek mudaxileyê ya îktidarê re rûbirû man. Însan dixwazin alîkariyê bikin û dest bidin destê hev lê îktidar asteng dike û mirov bi astengiyan re rûbirû man. Hewce yên ku îro îstîfa bikin, lê tiliya xwe ji xêrxwaz û dilxwazan re dihejînin. Hewce yên îro îstîfa bikin, mudaxileyî kesên ku alîkariyê digihînin mexdûran dikin. Heke bi vê îktidarê re hinek wîjdan, hinek rû hebûya wê di roja ewil de di serî de Serokomar hemûyan îstîfa bikira. Lê mixabin bi wan re ne ew wîjdana îstîfayê û ne jî rûyê îstîfayê heye. “

‘Nebin asteng’

Pervîn Buldan a di axaftina xwe de carek din bang li îktidarê kir, wiha got “Kesên ku alîkariyê dikin asteng nekin, nebin sî” û axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Dest jê berdin bila mirov hestên piştevaniyê berfireh bikin û bila bi hestên wîjdanê birînên hev bipêçin. Bila xelkê me gavek berê gavekê ji bin van xirbeyan rizgar bibe. Me îro li Islahiyeyê carek din dît ku mudaxileyî ekîba alîkariyê ku ji başûrê Kurdistanê hatine kirine. Alîkariya wan hatiye astengkirin û nehiştine tev li xebatan bibin. Bi sedan mirov ji bo alîkariyê hatiye lê destûr nayê dayîn ku ji konên xwe derkevin. Wîjdan û ehlaqek wisa li ku hatiye dîtin. Heke hûn pêk nayînin berdin em bikin. Em xwedî wê hêz û îradeyê ku bikin. Me tu rojê gelê xwe bi tenê nehişt û em ê ji niha şûnve jî bi tenê nehêlin.”

‘Şerm li ser dîroka Tirkiyeyê hat nivîsandin’

Hevseroka Giştî ya HDP'ê ku bi bîr xist ji embara HDP'ê ya ku li Bazarcix alîkarî hatine komkirin, qeyûm hat tayînkirin û wiha got: "Ev jî bila wek tişta ewil derbasî dîrokê bibe, bila ev jî wek tabloya şermê derbasî dîroka Tirkiyeyê hatiye nivîsandin. Tu ravekirina ku gefa binçavkirinê li dilxwazên me hat xwarin û desteserkirina alîkariyê nîne. Min duh jî got, niha jî dibêjim; Em ê wê alîkariyê bigihînin gelê xwe. Heta hûn dixwazin asteng bikin, lê hûnê bi ehlaq û wîjdanê xwe re rûbirû bimînin.

Pervîn Buldan a got, "Êdî qewirandina îktidara AKP-MHP’ê deynê stûyê me ye” anî ziman ku ji bo têkçûna hikûmetê ya di sindoqan de ew ê zêdetir têbikoşîn. Pervîn Buldan piştî axaftina derbasî navçeya Bazarcix a navenda erdhejê bû.