Mamosteyên Sûdanî banga başkirina rewşa aborî dikin
Mamosteyên Sûdanî ji bo şermezarkirina nerazîbûna rayedaran a ji daxwazên wan re, di bin dirûşma "Karwana Hêrsê" de xwepêşandanek li dar xistin.
MEYSA EL-QADÎ
Xartum – Ji 8’ê Çileyê ve Komîteya Mamosteyên Sûdanê dibistanan girtiye da ku zextê li desthilatdaran bike ku li gorî rewşa aborî mûçeyên mamostayan zêde bikin û bûdceya ku ji bo perwerdeyê hatiye terxankirin zêde bike. Komîteya Mamosteyên Sûdanê ji bo başkirina rewşa aborî û karîgeriyê, her wiha li dijî nêzîkatiyên rayedaran ku guh nade daxwazên wan ên mafdar bi dirûşma “Karwana Hêrsê” çalakî lidar xistin.
Mamosteyê ji devera Behrî Îqbal Nûr El-Celîl diyar kir ku ew ji bo daxwazên ku pêşkêşî Wezareta Darayî û Wezareta Perwerdeyê kirine ku 8 xalan dihewîne, li ber Wezareta Darayî xwepêşandan dikin. Îqbal Nûr da zanîn ku daxwazên wan bilindkirina mûçeya kêmtirîn, başkirina jîngeha dibistanê, bilindkirina karbidestiya mamosteyan û zêdekirina lêçûnên perwerdehiyê dihewîne.
Daxwaza zêdekirina lêçûnên ji bo perwerdehiyê
Endama Rêveberiya Komîteya Mamosteyên Sûdanê Dorîa Mihemed Babiker destnîşan kir ku ev daxwaz ji bo zêdekirina mûçeyê herî kêm in, da ku karibin pêdiviyên xwe yên bingehîn temîn bikin û wiha got: "Me daxwaza zêdekirina bûdceyê ji bo lêçûnên perwerdehiyê kir. Ji sedî 20’ê bûdceya dewletê ji bo perwerdeyê tê terxankirin, ev tê wê maneyê ku jîngeheke baş a dibistanê çênebe. Mamoste û şagird dikarin pêvajoya serketina akademîk biqedînin û mamoste li dibistanê bi cih dibe. Niha mamoste ji dibistanek diçin dibistanek din û paşê diçin malê mamostetiyê dikin. Em dixwazin mamoste li dibistana xwe bi cih bibe û erkê xwe yê perwerdeyê bi cih bîne. Perwerde beriya perwerdehiyê tê ji ber wê jî pêwîst e bûdceya xwendinê were zêdekirin ku perwerde bêpere be. Ji ber rewşa aborî ya malbatan em nebin şahidê derçûyên mezin ên dibistanan, ji ber wê jî heta ku ev daxwaz neyên cîbicîkirin em li gel mezinbûnê ne.”
Ji sedî 1’ê daxwazan pêk hatiye
Dorîa Mihemed Babiker got ku ew ji Wezareta Darayî bersivdana van daxwazan dixwazin ku heta niha tenê sedî 1 ji wan hatine cîbicîkirin, tevî ku Encûmena Serweriyê komîteyek ava kir piştî mezinbûna grevê û girtina dibistanan ji aliyê mamosteyan ve.
Mafê mamosteyan tê binpêkirin
Dorîa Mihemed diyar kir ku Wezareta Darayî pabend bû bi dayîna sedî 14.8 ji bûdceyê ji bo baştirkirina rewşa xwendinê, lê dema ku bûdce hat dayîn, tenê ji sedî 10 ji bûdceyê hat xerckirin û ev hemû binpêkirina mafên mamosteyan e.
‘Divê ji şagirtan pere neyê girtin’
Profesor Amira El-Fadl bal lê kişand ku li dibistanên dewletê ji bo xwendinê pere ji şagirtan tê girtin, ev yek rexne kir û got li şûna ku ji şagirt û malbatên wan pere bê girtin lazim e lêçûnên dibistanê bê zêdekirin da ku perwerdehiyekê bi tendurist bê dayîn.