Erdogan beriya salekî biryara ‘Heremê Xeter yê Karêsatê’ rakiriye!

Derket holê ku Serokomarê AKP yê Tayyip Erdogan 4’ê Sibatê ya 2022’an li 6 taxên Hatayê biryara “Heremê Xeter yê Karesatê” rakiriye.

Navenda Nûçeyan – Ji ber erdhejên ku di 6’ê Sibatê de li navçeya Bazarcix (Pazarcik) ya Mereşê pêk hatin, wêraniyeke mezin û ziyanên canî li bajarên Tirkiye, Kurdistan û Sûriyê pêk hat. Ji ber erdhejên ku li Tirkiyeyê gelek caran pêk tên tedbîr nayên girtin. Parlamenterê Partiya Komarê ya Gel (CHP) yê Mêrsînê Alpay Antmen li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da û diyar kir ku Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan di 4’ê Sibata 2022’an de li ser hin herêmên 6 taxên Hatayê ku ji erdhejê bandor bû biryara "Herêmê Xeter yê Karesatê" rakiriye.

Di biryara bi îmzeya Tayyîp Erdogan a di Rojnameya Fermî ya 5’ê Sibatê de hat weşandin de wiha tê gotin, “Li Îskenderûn a Hatayê li taxên Meydan, Cûmhûriyet, Modernevler, Numune, Pınarbaşi û Esentepeyê yên li Hatay Îskenderûnê hin herêmên di dîroka 16.09.2013’an û bi hejmara 2013/53’an da wek herêmên bi rîsk hatiye îlankirin. Di çarçoveya xala 2’emîn a 'Qanûna 6306'an a Veguherîna Herêmên Afetê de' biryar hat dayîn ku biryara Lijneya Wezîran bê betalkirin.