Tê îdiakirin ku dê dosyaya Gulistan Doku ji nû ve bê lêkolînkirin

Xwişka Gulistan Doku ya ku hezar û 405 roj in jê agahî nayê girtin Aygul Doku, aşkere kir ku bi mudurê emniyetê û walî re hevdîtin kiriye û got: “Gotin ku wê dosya careke din were vekirin û bi awayekî berfireh were lêkolînkirin.”

Navenda Nûçeyan - Xwendekara pola duyem a beşa gihandina zarokan a zanîngeha Munzûrê Gulistan Doku ya 21 salî, di 5’ê Çileya 2020’an de piştî ji cihê ku lê dima derket êdî tu agahî jê nehat girtin. Di roja hezar û 405’an a windabûnê de xwişka Gulistan Doku Aygul Doku ji Amedê çû Dêrsimê bi biryara dawî walî Bulent Tekbiyikoglu ku hatiye tayînkirin û mudurê Emniyeta bajar Hakan Yilmaz di avahiya walîtiyê de hevdîtin pêk anî.

‘Em dixwazin Gulistan ji tarîtiyê derbikeve’

Aygul Doku piştî hevdîtinê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ji destpêkê ve heta dawiyê lêkolînkirina dozê ji bo wan hêviyek e û wiha got: “Îro me bi waliyê nû yê tayînî bajar bûye re hevdîtin pêk anî. Li gel wî mudurê bajar ê emniyetê hebû. Gotin ew ê dosyayê ji nû ve bigrin dest, wê bi awayek kolektîf lêkolînê bikin. Ji me re gotin; ‘Bi qasî we em jî dixwazin Gulistan Doku bibînin.’ Doz careke din bi awayek berfireh ji roja yekem heta îro çi tiştê ku nehatibe kirin em ê hemû li ser bisekinin û li bersivên wan bigerin. Gotin em dixwazin Gulistan Doku bibînin. Dê ji destpêkê ve heta niha çi bûbe lêkolîn bikin. Ji ber ku ev gav ji bo me bû hêvî. Em demildest dixwazin bersiva her tiştî ji wan bigrin. Dem were wê parêzerê me yê malbatê mudaxeleyî dozê bike, doz ji destpêkê ve li ku derê çi kêmasî hebe û çi jê re lazim be wê bi pey bikevin. Her kesê ku nû tê ji bo me dibe hêvî. Em tenê dixwzin Gulistan di tarîtiyê de nemîne.”

Rayedarên walîtî û emniyetê jî diyar kirin ku li ser daxwaza malbatê dê dosya ji nû ve ji aliyê ekîbên têkildar ve were lêkolînkirin.