Li Reqa navenda mamografiyê hate vekirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Reqa navendeke mamografiyê ya taybet ji bo tespîtkirina zû ya pençeşêra pêsîrê vekir.

Reqa – Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê navenda mamografiyê li nexweşxaneya jidayîkbûnê ya Reqayê vekir. Bi dehan jinên Reqayê, berpirs û karmendên navendê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevli merasîma vekirinê bûn.

Navend ji aliyê Hêvîn Îsmaîl û dayîka şehîd Îbrahîm Îsmaîl El Şihab ve hate vekirin.

Di merasîmê de endama Akademiya Tenduristiyê Xîtam El Icêl axivî û got: “Di meha borî de, çalakiyên hişyarîkirina ji bo pençeşêra pêsîrê li seranserî cîhanê dest pê kir. Ew jî însiyatîfeke ji bo hê bêtir girîngiyên bidin vê nexweşiyê û rêbazên xweparastinê.”

‘Ji bo tedawiya zû gelek baş e’

Her wiha hevseroka Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Hemîde El Mihemed axivî û îşaret bi girîngiya amûrê û erkên wê kir û wiha got: “Ev navend, taybet ji bo tespîtkirina zû ya pençeşêrê pêsîran e. Ev amûr nîşaneyên nexweşiyê tespît dike. Ev jî ji bo tedawiya zû gelek başe.”

Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Hêvîn Îsmaîl jî vekirina navendê li jinan pîroz kir û got: “Ev berhema pêşketina bajar a piştî rizgarkirinê ye.”