Doza TJA’yê di roja sêyemîn de didome

Doza TJA’yê di roja sêyemîn de didome. Parêzerên ku di doza TJA'yê de parastinê dikin beyanên şahidê vekirî Samî Baran û şahidê veşarî Ulaş vala derdixin.

Enqere - Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di 2’yê kanûna 2022’yan de di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere bû hatibûn girtin. Aktîvîstên TJA’yê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirina rêxistinê û rêveberiya wê” tên darizandin. Danişîna ewil a dozê di roja sêyemîn de li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi parastina parêzeran berdewam kir. Parêzerên di doza TJA'yê de parastin kirin beyanên şahidê vekirî Samî Baran û şahidê veşarî Ulaş vala derdixin.

Jinên ku ne girtî tên darizandin tevlî rûniştinê nebûn. Gulistan Dehşet, Bedia Akkaya, Fîgen Aras Kaplan, Hatîce Gungor, Hulya Kinagu, Fîgen Ektî, Mekiye Ormanci û Amîne Demîr Çoban, Zeynep Boga yên li Girtîgeha Sîncanê amade bûn.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Meclisa HEDEP'ê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parêzerên OHD'ê, malbat û gelek parêzer tevli rûniştinê bûn.

Rûniştina dozê bi beyanên parêzeran dest pê kir

 Di destpêkê de parêzera Fîgen Ektî û Mekiye Ormanci, Gulan Çagin Kalelî parastin kir û da zanîn ku muwekîlên wê bi awayekî nehiqûqî tên darizandin û got ku daxwazên wan nehatine qebûlkirin.

 'Heta niha tu delîlên nû nekirine dosyayê'

 Gulan Çagin Kalelî da zanîn ku muwekîla wê her dem ji ber xebatên xwe hatiye binçavkirin û got ku salak e di dosyayê de tu delîleke nû tune ye. Her wiha da zanîn ku rêxistinbûyina jinan her diçe bi hêz dibe û li dijî zihniyeta mêr hêza xwe mezin dike û got: "Jin li dijî îqtîdar û tundiya mêr têdikoşin û TJA jî vê yekê dike. Ji ber jinên Kurd têdikoşin û ji kesê destûrê naxwazin dibin hedef. Nagîhan Akarsel a ku li Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin dibêje 'Famkirina azadiya xwe famkirina xwebûna xwe ye.' Jinên tên darizandin ji bo azadiya xwe li vir in" û daxwaze tehliyeyê kir.

‘Hûn dixwazin çi îsbat bikin’

 Parêzerê Fîgen Ektî Cahît Kirikkazak mafê axaftinê girt û got: "Dosya li ser 3 sernavan pêk hatiye; bi zayendperestî, netewperestî û cudakariyê hatiye amadekirin. Qeydên HTS'ê di dosyayê de hatine bicihkirin û ev tişt nayê qebûlkirin. Hûn dixwazin çi îsbat bikin? Li ser gumanê darizandin tê kirin. Em kesên ku îdianame amade kirine dipirsin, ev tişt kîjan gumanê ji holê radike? Li ser nezelaliyê hûn mafên mirovan îhlal dikin. Ewlehiya tu kesê nîn e. Di dosyayê de qeydên HTS'ê hene ev tişt tê wateya xefikê. Li gorî îstasyonên bazê tişteke bi guman nîn e û pirsek jî nehatiye kirin. Dema ku qeydên otelê hatin vegotin me şerm kir gelo dozger û polîsan dema amadekariya dosyayê dikirin şerm nekirin. Jinan bi xwe bi zelalî her tişt anîn ziman. Dikarin li otelê bimînin û biaxivin. Ev tişt tê wateya teşhîrbûna zîhniyeta wan a zayendperest. Ez daxwaza tehliye û beraetê dikim."

 'Îfadeyên şahidan senoryaya hiqûqî ye'

Parêzera Hulya Kinagu Sevda Çelîk Ozbîngol jî diyar kir ku bingeha dosyayê ne hiqûqî ye siyasî ye û wiha bi lêv kir: "Polîs û yekîneyên wan nikarin edaletê pêk bînin ev tişt ji hêla dadgehê ve divê bê kirin. Di pêvajoyên darazê de pirsgirêka Kurd bingeh e. Ev doz doza her kesê ye û her kesê eleqedar dike. Ji ber ku ji bo me hemûyan têkoşîn tê dayîn. Îfadeyên şahîdê nepen Ulaş û şahidê vekirî Merdan Ruştuovalioglu wek senaryoya hiqîqî ye. Ez tehliye û bereatê dixwazim.”