Jin bi projeya 'Çavdêriyê' biryarên darazê dinirxînin

Projeya Çavdêriya Jinê ya Tûnis û Mexrîbê biryarên darazê yên li dijî tundiya li ser jinan bi awayekî elektronîkî dişopîne. Jinan diyar kirin ku çavdêrî dê wekî navenda daneyê bixebite.

Tûnis- Malên çavdêriyê ên Tunus û Mexrîbê sempozyomek bi navê ‘ Malên şopandinê ên biryara darazandina biryara eletronîk; Mekanizmeya piştevaniya mafê jina li Tunus û Mexrîbê’ hate li darxistin. Di 7’ê MIjdarê de sempozyoma ku bi rêya Zoomê hate li darxistin. Ji avakerê hevkarên Mara Organîsasyon û seferberya mafê Saeeda Kuzî, kordînatorê mala çavdêriyê ya li Tunusê Munira Al-Balguthi, Nûçegihan ajansa me a NUJINHA Zuhur Mechergui beşdar bû. Bejdarvanên Sempozyomê, çavdêrên Tunûs û Mexrîbê vizyonên wan ên stratejik û derbarê pêşkêşiyan de axivîn. Raxistina berçavan ku di nava her du welatan de derbarê tundîtûjiya li dijî jinan de zagonên heye bi awayek baş were pêkanîn.

‘Cihêkariya zagonî li dijî jinan tê karanîn’

Saeeda Kuzî destpêkê mafê axaftinê girt û bal kişand ser hevpeymana navnetewî a di têkoşîna li dijî tundîtûjiyê de û got: “Hem li Tunusê hem jî, dadgerên li Mexrîbê, di dozên tundîtûjiyê de li gora hevpeymanên navnetewî biryar bidin, divê bi ideayek di çarçoveya şopandina pêkanîna hevpeymanê de dikare doz were vekirin. Li Tunusê di 2017’an de, li Mexrîbê di 2018’an de derbarê tundîtûjiya beramberî jinan de hinek biryarên zagonî hatin girtin. Lê belê derbarê rakirina zagona li Tunusê zagona rewşa şexsî ya kesî ya sala 1956’an, li Mexrîbê zagona tundîtûjiya beramberî  jinê û zagona malbatê ya 2004’an, zagonê heyî ên sala 2017-2018 jî di nav de valetiyên zagonî dinavdene. Li dijî jinan cihêkariya zagonî tê kirin, di gelek deman de zagonên heyî nayên pêkanîn. Standartên zagona bingehîn ên netewî yan jî derbarê erkê mafê mirovan de hevgirtinek nîne.”

‘Malên çavdêriyê dikare bibe amûrek baş’

Saeeda Kuzî derbarê malên şopandinê ên jinên Tunus û Mexrîbê ji bo parêzer û aktivîstan wê çawa bibe amûrek stratejîk wiha got: “Malên şopandinê ji bo şopandina zagonên heyî çawa were pêkanîn û were belgekirin, ji berteka sîstema edaletê ya heyî nişandana wê û pirsgirêkên heyî tesbît bikin derfet ava dike. Ev jî ji bo reformên pêşerojê dibe alîkarê bi hêza belgeyan. Malên şopandinê ji bo guherînek hîn berfirehtir û di heman demê de parêzerek ku doza ku parastina wê dike ji bo giringdana wê daxuyaniyek yan jî argumanekê bibîne, yan jî rewşên ku eleqeya ragihandinê dikşîne ji bo parastina dozên şexsî dibe weke amûrekê.”  

‘Ji bo mafên hiqûqî yê jinan ket faaliyetê’

Munîra Al- Balguthi jî anî ziman ku mala çavderiyê bi riya malên çavderiyê yên elektronîk ji bo pêşxistina mafên zagonî û mirovî yên jinên li welatên Mexrîbê ketiye nav faaliyete. Munira Al-Balguthi wiha got: “Li Tunis û Mexrîbê pergalekê ku biryarên dadgehan kom bike û biweşîne nîn e. Ji bo pergala edaletê û pergala agahiyek entegre jî astengî hene. Ji ber ku hin platformên elektronîkî yên wekî 'LexisNexis' hene, platformek ku berhevkirinên qanûnê an karûbarên lêgerînê bi navgîniya databasa ku li ser platformê peyda dike pêşkêşî dike, çend çavkaniyên sînordar hene ku bi piranî li ser karûbarên karsaziyê an bazirganî ne." 

 ‘Xwe gihandina biryarên darazê tê hedefkirin’

Munira El-Belguthi wiha berdewam kir: "Ji aliyek din ve, ti çavkaniyek li ber destê raya giştî tune ye ku bi awayekî berfireh û sîstematîk dosyayên ku ji aliyê dadgehên yekem û astên din ve hatine vekirin, bi taybetî di dadgehên yekem de, ku piraniya wan ji wan re, kom dike. Wekî din, di lêkolîna xwe de me dît ku gelek caran çalakvan nikarin xwe bigihînin biryarên dadweriyê û heta bigihîjin arşîvan jî têne asteng kirin. Mirov nikare xwe bigihîne çavkaniyan. Ti çarçoveyek zanistî ya bi bandor û berfireh ku destûrê dide şopandin û belgekirinê nîne. Amûrên xebatê yên nûjen nînin. Dosya û biryar bi dîjîtal têne veguheztin da ku ji hemî aliyên têkildar re gihîştina dadweriyê hêsan bike. Armanca vê însiyatîfê ew bû ku sepandina yekgirtî ya qanûnê ji hêla hemî dadgehên li hemî deverên welêt ve bi riya kapasîteya gihîştin û parvekirina biryar û biryarên cihêreng."

Munîra El-Belgûhî destnîşan kir ku qanûn û polîtîka bi yekdengî tên sepandin û got ku nebûna hevrêziyê dibe sedem ku rêveberên giştî li gorî hişmendiya xwe qanûnan şîrove bikin û biryaran bidin. Munîra El-Belgûtî got, "Ji ber vê yekê kêmasiyên di asta pêkanîna tedbîrên parastinê yên di qanûna nû de hatine pêşbînîkirin, di çavdêriyên me yên elektronîk de tên şopandin. Di vî warî de em pêşniyarên ji bo pêşîgirtina li van di pêşerojê de dikin. Em ne tenê bi nêrîna teorîk a nivîsan têr dibin. Ev metin eger li hemberî jinên destdirêjî ne adil bin, bêwate ne."

Dê ji bo rojnamegeran bibe zemîna daneyan

Zuhur Mecherguî jî behsa girîngiya mala çavdêriyê ya ji bo rojnamegeran kir û bal kişand ser girîngiya nûçeyên têkildarî qetilkirina jinan di medyayê de ku rasterast bandorê li ser biryarên darazê dikin. Zuhur Mecherguî diyar kir ku dê mala çavdêriya jinan ji ser dadgehan peywira nobedariyê bi cih bîne û dê ev pêkanîn li gorî zagonên Tunisê, makezagon peymanên ku Tunis alîgirê wan e be û got ku ev yek têkildarî mijarê ji bo dane û îstatîstîkan girîng e. Zuhur Mecherguî, wiha got: "Rojnameger gelek caran dikarin agahiyan bigrin. Tecrubeyên wan ên xebatê behremendiya analîzkirina ratîn a bûyeran û gihîştina rastiyê dide wan ku ev yek jî ji bo wan dibe sedema hewldan û lêkolînê. Xebata rojnamegeran û encamên wan xebatan, dikarin ji aliyê saziyên lêpirsînê ve feydeyê bidin darazê.”

‘Nûçe dikarin bandorê li ser biryarên darazê bikin’

Zuhur Mecherguî, da zanîn ku nûçeyên çapemeniyê bandorê li ser biryarên dadgehan ên li Tûnisê dikin û wiha domand: “Ez dixwazim doza jineke 40 salî bînim bîra me. Li bajarê Kasserîneyê dosyaya qetilkirina jinekê weke ‘întihar’ ket qeydan. Der barê mêrê kup ê re zewicî bû de doz nehat vekirin lê piştî ku doz ket rojeva çapemeniyê lêpirsîn hat vekirin. Koma parastinê ya ji çend jinên parêzer pêk dihat, serî li Dozgeriya Komarê da û dosyayê ji nû ve vekir. Ev yek nîşan dide ku bandora çapemeniyê li ser van bûyeran heye. Mijara ku hewl tê dayîn li Mala Çavdêriya jinan were belgerin jî ev e. Em xebatên Mala Çavdêriya Jinan a ku piştgiriyê dide rojnamegeran ji bo agahî û îstatîstîkan bi dest bixin, teqdît dikin. Mala Çavdêriyê, dikare kesên di nava civakê de cihê wan heye û parêzvanên maf û azadiyê bîne ba hev.”