TAJÊ û Rêveberiya Xweser êrîşa dewleta Tirk şermezar kirin

Di roja salvegera rizgarkirina Şengalê de duh bi şev saet derdora 23:00’yan de, dewleta Tirk wesayîdeke şervanên YBŞ’ê hedef girt û bi balafiran êrîş pêk anî. Li dijî êrîşan TAJÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyek dan û êrîş şermezar kirin.

Şengal-Tevgera azadiya jinên êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweseriya Şengalê bi hemû sazî û dezgehên xwe li navçeya Sinûnê ya Şengalê daxuyaniyek li ser êrîşa ku duh bi şev saet derdora 23:00’an de li dijî wesayîdeke şervanên YBŞ’ê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû kirin dan. Di encama êrîşê de 2 şervanên YPŞ’ê yê bi navê Berxwedan Şengalî û Argêş Feqîr jiyana xwe ji dest dan û şervanek jî birîndar bû.

 ‘Armanca êrîşan aramiya herêmê ye’

Daxuyanî li ser navê TAJÊ ji aliyê endama koordînasiyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Şemê Remo ve hate dayîn. Şemê Remo di serî de êrîş şermezar kir û wiha got: “Mixabin ji aliyê dagirkeriya Tirk ve duh bi şev wesayîdek YBŞ’ê hat hedefgirtin. Dagirkeran dîtin ku zarokên me yên Êzidiyan rizgarkirina Şengalê îsbat kirine û bi coş û heyecan salvegera rizgarkirina wê pîroz dikin ji bo wê jî wan kirin hedef. Di heman demê de vegera xelkê me yê Êzidî jî zêde bûye. Ji bo ku aramiya herêmê xirab bike û vegerê kêm bike, dagirker êrîş dikin. Wesayîda ku hat hedefgirtin a zarokên Êzidiyan bû. Ew ciwan bûn ku di fermanê de çek girtin û soz dan ku heta Şengal rizgar nebe û keç û jinên Êzidî xilas nebin û tunebûna DAIŞ’ê îlan nekin wê çekên xwe daneynin. Îro dagirker wan ciwanan hedef girtin. Çi dibe bila bibe em ê serî netewînin. Cîhan xirab bibe jî em ê doza mafên xwe bikin. Çi dibe bila bibe dagirker nikarin me tune bikin.”

‘Em bi şehîdên xwe serbilind in’

Şemê Remo di berdewama daxuyaniyê de da zanîn ku ew çendî bi şehîdan diêşin jî lê belê ewqas serbilind in û wiha got: “Bi şehîdan kezeba me dişewite û perçeyek ji canê me diçe. Lê belê em bi wan serbilind in. Em bi şehîdên xwe bersiv didin dijminên xwînxwar û xwefiroş. Şehîdên me şehîdên rûmetê ne. Şehîdên ku li hemberî xayînan disekinin. Kesayetên bi şeref û namûs bûn, li hemberî dagirkeran li ber xwe dan, ji bo wê bi balafiran êrîşî wan kirin. Dagirker çi jî bikin, Êzidî dev ji doza xwe bernadin. Êzidî li ku jî bin wê doza xwe bimeşînin û wê daxwaza doza xwe bike. Şehîd namirin, holhola tawisê melek e.”

‘Yên ku Şengalê parastin hêza me ya Êzidiyan bûn’

Di heman demê de daxuyanî li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel a navçeya Sinûnê Seydo Elî ve hat dayîn. Seydo da zanîn ku cihê herî aram Şengale û wiha got: “Cihê herî bi aram niha Şengal e û xelkê wê lê vedigere lê ji bo ku ev aramî berdewam neke dagirkeriya Tirk êrîş dike. Lê mixabin hikumetek li vir qaşo dibêje em ê vî gelî biparêzin, heye tu tişt nake û tu kes dengê xwe ji êrîşan re dernaxe. Pêwîst e xelkê me yê Şengalê rabe ser xwe û bibêje em Şengalê radestî tu kesê nakin. Yên ku Şengalê parastine hêza me ya Êzidiyan e. Kî çi bibêje û çawa êrîş jî bike em ê dev ji Şengala xwe bernedin û kar, xebat û tekoşîna xwe li ser axa xwe berdewam bikin. Şengal, Şengala me ye.”

‘Siyaseta dagirkeran têk çûye’

Endama koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Ehram Ismaîl jî axivî û da zanîn ku ew ê têkoşîna xwe bihêz bikin heta hemû planên dagirkeran têk bibin û wiha got: “Em êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar dikin. Duh roja rizgarkirina Şengalê bû, dagirkeriya Tirk îsbat kir ku ew piştgiriya DAIŞ’ê dike. Em çiqas şehîdan jî bidin, em ê zêdetir hêzê bigrin û serkeftinê bi dest bixin. Bi vegera gel re ji bo tirsandinê êrîş dikin. Lê ev siyaseta wan tewş e û wê bi ser nekeve. Em ê tekoşîna xwe berdewam bikin û wan vala derxin.”