Suweydayî ji bo kesên ku hatine revandin daketin qadan

Gelê Suweydayê, bi daxwaza berdana kesên hatine revandin kirin li Qada Karama xwepêşandanek li dar xistin û diyar kirin ku wekî rehîne girtina kesên hatine revandin, tê wateya ku hemû hewildanên siyasî û mirovî netêrkêr in.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Îro li bajarê Suweydayê ya Sûriyeyê, bi daxwaza berdana kesên di êrişên HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El-Şam) a cîhadîst de hatine revandin xwepêşandanek hate li dar xistin. Bi sedan niştecihên Suweydayê yên li Qada Karama kom bûn, diyar kirin ku beriya hemû tiştê jin û zarokên hatine revandin bên berdan û balkişandin ku di vê mijarê de aliyên civakî, derûnî û qanûnî jî di nav de êş û pirsgirêkên kûr dijîn.

Jinên ku beşdarî xwepêşandanê bûn, diyar kirin ku berdana kesên hatine revandin mijara herî bingehîn e û wekî rehîne girtina jin û zarokên hatine revandin, hemû hewildanên siyasî û bêbandor dike.

‘Gelek kes rastî tundî û binpêkirinê hatin’

Yek ji beşdarên xwepêşandanê Emîne Abû Asaf, wiha axivî: "Em îro bi daxwaza berdana jinên hatine revandin, li Qada Karama kom bûn. Gelek kes hatin berdan, lê rastî tundî û gelek binpêkirinan hatin. Her wiha em li vir daxwaza mafê xwe ya diyarkirina çarenûsa xwe dikin, ji ber ku jiyankirina bi vê rêveberiyê re ne pêkan e.

‘Pirsgirêkên pir mezin ên xwegihandina xurek û dermanan heye’

Emîne Abû Asaf, da zanîn ku Suweyda 40 roj in di bin dorpeç giran de ye û tenê mîqdarek pir hindik xurek û derman tê bajêr û wiha got: “Nexweşên gurçikan û penceşêrê ji ber kêmbûna dermankirinê jiyana xwe ji dest didin. Nexweşxaneyan pirsgirêka dermanan dijîn û xwarina pitikan jî nîne, hema bejê jiyan sekîniye.”

Daxwaza avakirina komîsyonek lêkolînê ya navneteweyî

Jina binavê Tîma Şaranî ya beşdarî xwepêşandanê bû, diyar kir ku berdana kesên ku hatine revandin mijara herî girîng e û wiha axivî: “Herwiha em daxwaza vekirina deriyan û gihandina alîkariya xurek û tibî dikin. Em ji bo belgekirina komkojiyên tên pêkanîn, daxwaza avakirina komîsyonek lêkolînê ya navneteweyî dikin.”

Daren Azam jî, diyar kir ku pêwîste hikûmeta demkî ya ji aliyê hêzên ewlehî û leşkerî yên hikûmeta Sûriyeyê ya Eniya Rizgarkirina Şamê ve tê rêvebirin, ji Suweydayê derbikevin. Daren Azam, pirsgirêkên ku hin jinên hatine berdan dijîn vegot: “Dema hinek jin tên berdan, neçarî xwe nixumandinê tên. Ger di rastiyê de hikûmet berpirsyar bibûya, demil dest kesên hatine revandin berde.”

‘Divê aqûbeta kesên hatine revandin bê diyarkirin’

Jina binavê Nour Makarim jî, ji bo bajêr daxwaza parastina navneteweyî kir û xwest dorpêç bê rakirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em îro derketin Qada Karama û me banga parastina mafên xwe yên bingehîn û mafê xwe ya jiyankirinê kir. Her wiha em daxwaza diyar kirina aqûbeta kesên bi dare zorê hatine revandin û berdana windahiyên xwe dikin.”